Partiyên siyasî: Rêveberiya Xweser bûye mînaka jiyana hevbeş

Partiyên siyasî diyar kir ku berdêlên zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê doza kurdî li Sûriyê gihandin asta herî pêşketî ji bidestxistina destkeftiyên neteweyî û niştîmanî. Her wiha tekez kirin ku tecrubeya Rêveberiya Xweser bûye mînaka jiyana aştiyane û hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de.

Partiyên siyasî: Rêveberiya Xweser bûye mînaka jiyana hevbeş
19 adar, 2019   13:26

HESEKÊ

Li Hesekê pîrozbahiyên Newrozê bi dirûşma "Bi rihê Newrozê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin" bi axaftinan didome. Partiyên siyasî yên kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di Newroza Hesekê de daxuyaniyeke hevbeş da. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Şêxmûs Ehmed û bi zimanê erebî ji aliyê hevseroka Partiya Guhertinê Mizgîn Zêdan ve hate xwendin.

Di daxuyaniya hevbeş a partiyan de hat destnîşankirin ku Newroza îsal hat ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber deriyê serkeftinên mezin li dijî koma terorîst û şervanên YPJ/YPG`ê û QSD`ê wan têk dibin.

Daxuyaniya hevbeş a partiyên siyasî wiha ye:

"Em îro Newroza ku sembola azadî, yekitî û berxwedana li dijî zilm û desthilatdariyê ye, di nava dîroka gelê Mezopotamyayê de, pîroz dikin. Ji serdema Kawayê Hesinkar û heta roja me ya îro ku bi hezaran Kawa çêbûne û ji bo azadî, wekhevî û mafên rawa yên pêkhateyên gelê Sûriyê canê xwe feda dikin.

Newroza îsal derbas dibe û welatê me yê Sûriyê 8 sal ji şoreşê temam kir. Ew yek di encama kiryarên rejîmê û desthilatdariya wê bi salan, encamên wê jî ku bi sed hezaran qurbanî û zêdetirî wan birîndar û bi milyonan kes ji welatê xwe koçber û penaber bûn, ev yek jî ji ber kesên ku naxwazin îstiqrar û aştî li welatê me Sûriyê pêk were. Heta niha hîna tu pankartên mirovî ji bo wê yekê bilind nebûne

Newroza îsal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber deriyê serkeftina dîrokî ye li ser rêxistina terorîst li cîhanê ku şervanên YPG, YPJ û QSD`ê teror bi dawî kir. Her wiha şehîdên me destanên lehendiyê pêk anîn û biratî di navbera gelan Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr û Tirkman de çêkir. Ji bo parastina axa me xwîna wan ket nav hev. Her wiha heta niha li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûrî xetereya dagirkeriyê dijminên li ser gelan heye, çeteyên ku Efrîn û Bakurê Sûriyê dagir kirin, gefên xwe li ser zarokên ku axa xwe rizgar kir, dixwin.

Bi lehengiyan keç û xortên xwe doza Kurd li Sûriyê gihaşt merheleyên pêşketî, gelek deskeftiyên neteweyî bi dest xistin. Bi pêşengiya we ji tecrubeya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Suriyê bû nîmûneyeke jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhatiyên herêmê de û heta niha jî li ser jiyaneke hevbeş didome.

Bijî Newroza sembola neteweyî, niştîmanî ya berxwedanê û azadî û aştiyê.

Bijî Newroza ku bûye sembola biratî û wekheviya di nav gelan de.”

Partiyên siyasî yên ku daxuyaniay hevbeş daye ev in: Partiya Kesk a Kurdistanê, Partiya Wîfaq a Demokratîk a Kurd a Sûrî, Partiya Demokrtîk a Kurd li Sûriyê, Yekitiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Hevgeritina Niştîmanî a Kurdistanê, Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyê, Partiya Komînîst a Kurdistanê, Partiya Biratiya Kurdistanê, Partiya Demokratîk a Kurd a Sûrî, Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdî (Yekitî), Partiya Çep a Demokratîk, Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê, Tevgera Islah a Kurdistanê, Tevgera Nûjen a Kurdistanê, Partiya Şepêla Pêşerojê ya Kurd li Sûriyê, Partiya Selam a Demokratîk, Partiya Guhertin a Demokratîk, Yekitiya Xebatkaran û Partiya Rojava ya Kurdistanê.

(bx-jo)

ANHA