Pîrozbahiya Newroza Şehbayê bi dawî bû

Pîrozbahiya Newrozê ya Şehbayê bi dawî bû. Şêniyan di dawiya şahiyê de dirûşmeyên rizgarkirina Efrînê û silavkirina Berxwedana Serdemê berz kirin û tekezkirin ku dê Newroza 2020 li Efrînê pîroz bikin.

Pîrozbahiya Newroza Şehbayê bi dawî bû
Pîrozbahiya Newroza Şehbayê bi dawî bû
Pîrozbahiya Newroza Şehbayê bi dawî bû
Pîrozbahiya Newroza Şehbayê bi dawî bû
Pîrozbahiya Newroza Şehbayê bi dawî bû
Pîrozbahiya Newroza Şehbayê bi dawî bû
21 adar, 2019   15:23

ŞEHBA

Bi dirûşmeya `Bi giyana Newrozê em ê tecrîdê bişkînin û Efrînê rizgar bikin`, bi hezaran şêniyên kantonên Şehba û Efrînê Newroza 2019`an pîroz kirin.

Ji seaten berbanga sibehê ve bi hezaran şêniyên kantonên Şehba û Efrînê ji tevahiya pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb, Tirkman, Ermen û Êzidî bi cilên xwe yên gelêrî herikîn qada gundê Elûşê yê girêdayî navçeya Ehdas. Şêniyan alên YPG, YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Qada pîrozbahiyê bi alên YPG, YPJ, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin her wiha navê Efrînê bi şiqinên zeytûnê hate nivîsandin.

Agirê Newrozê di nav bezkirina dirûşmeyên silavkirina Newrozê, Berxwedana Efrînê de û coşa girseya gel hate vêxistin.

Di şahiyê de axaftin hatin kirin; Meclisa Malbatên Şehîdan, hevseroka Desteya Rêveber a MSD`ê Ilham Ehmed, peyama YPG`ê, Kongreya Star, Meclisa Rêveberiya Kantona Efrîn, Meclisa Kantona Şehbayê, bi navê pêkhateya Ereb Ridwan Rîfaî, Koordînasyona Partiyên Siyasî axivîn. Tevahiya axaftvanan girîngiya xebatê ya piştî têkçûna DAIŞ’ê ji bo rizgarkirina Efrînê tekez kirin.

Gelek komên çandî beşdarî Newroza Şehbayê bûn; Koma stranê Ewazên YPG`ê ji Kobanê, Koma Botan ji Kantona Qamişlo.

Her wiha komên Tevgera Çand û Hunerê, Tevgera Kevana Zêrîn; Koma Hêva ya stranê, Koma Çiyayên Kurmêc a govendê, Koma Agirî ya stranê, Koma Yekîtiya Hunermendan a govenda gelêrî, Koma Kevneşopî ya govenda Efrînî, Koma Kampa Serdem tevî wî jî hunermend Ebdulezîz, Ayhan Gorsê û her du bira Welat û Xelîl berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.

Şênî li ber stranên koman bi coşek mezin xelekên govendê gerandin. Şahî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê û pîrozkirina Newroza 2020`an li Efrînê bi dawî bû.

(şx)

ANHA