Newroza Tirbespiyê didome

Li navçeya Tirbespiyê pîrozbahiyên Newrozê didomin.

Newroza Tirbespiyê didome
Newroza Tirbespiyê didome
Newroza Tirbespiyê didome
Newroza Tirbespiyê didome
21 adar, 2019   13:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hat pêxistin, Hisên Ezam bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk axivî. Ezam destnîşan kir ku Newroza îsal Newroza serkeftinê ye û divê Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe.

Ezam teqez kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê her tim dê tê bikoşe heta Newrozeke nû ava bike û Efrînê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar bike.

Her wiha ji rêveberên Kongreya Star a navçeya Tirbesiyê Xaliya Eyûb axivî û Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedêrên di zindan de û şervanên QSD`ê pîroz kir.

Bi navê partiyên siyasî yên li navçeya Tirbesiyê peyama pîrozbahiyê ji aliyê yek ji rêveberên Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyê Ciwan Siko û bi navê Partiya Hevgirtin a Kurdistanê Mihemd Ebas Ehmed ve hat xwendin.

Di peyamê de hate gotin ku Newroza îsal sembola azadî, yekitî û berxwedana li dijî zilm û  tarîtiyê ye.

Cîgirê Hevserokatiya MSD`ê Hikmet Hebîb jî axivî û destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû aliyan de yekitiya xwe ava dike.

Paşê stran ji aliyê Koma Koçeran ve hatin pêşkêşkirin.

(bx)

ANHA