Li herêma Cizîrê pîrozbahiyên Newrozê dest pê kir

Li bajarên herêma Cizîrê pîrozbahiyên Newrozê bi dirûşma "Bi rihê Newrozê em ê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin" dest pê kir. Bi hezaran şêniyên herêmê tev li pîrozbahiyê bûne û agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hat pêxistin.

21 adar, 2019   09:05

QAMIŞLO

Ji saetên sibê ve bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo berê xwe da cihê şahiya Newrozê ku li gundê Hîmo tê lidarxistin. Li cihê pîrozbahiyê ala TEV-DEM`ê, alên YPJ/YPG, QSD û Kongreya Star hatine daliqandin.

Hêzên Asayîşê û Hêzên Parastina Civakî parastina cihê pîrozbahiyê dikin.

Agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hat pêxistin.

Di pîrozbahiyê de endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif, ji rêveberên Kongreya Star Minîca Heyder dê biaxivin. Paşê dê stran ji aliyê koma Erka Xweparastinê, Koma Amara, Koma Zîlan, Koma Dîlan ve dîlan û stranên gelêrî werin pêşkêşkirin.

Her wiha dê axaftin bi navê partiyên siyasî yên kurdî werin gotin û şanoyek ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ve were pêşkêşkirin.

DÊRIK

Bi deh hezaran şêniyên bajarê Dêrikê û navçeyên wê berê xwe da qada pîrozbahiyê û  Newrozê pîroz dikin.

Bi deh hezaran şêniyên bajarê Dêrikê û navçeyên li qada Newrozê kom bûne û Newroza xwe pîroz dikin. Her kes bi cil û bergên xwe yên gelêrî tev li pîrozbahiyê bûne. Li cihê pîrozbahiyê al û sembolên kurdî hatine daliqandin.

Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hat pêxistin û li dengê Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan hat guhdarkirin.

Tê payîn ku axaftin bi navê saziyan di pîrozbahiyê de werin kirin.

AMÛDÊ

Li navçeya Amûdê pîrozbahiya Newrozê bi pêxistina agirê Newrozê dest pê kir.

Bi hezaran şêniyên navçeya Amûdê li gundê Çaxir ê girêdayî navçeyê kom bûne û bi cil û bergên xwe yên gelêrî Newrozê pîroz dikin. Li cihê pîrozbahiyê ala YPJ/YPG û QSD`ê hatine daliqandin.

Agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hat pêxistin. Tê payîn ku dê axaftin werin kirin.

GIRKÊ LEGÊ

Bi hezaran şêniyên navçeya Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçber û nûnerên Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê tev li pîrozbahiya Newrozê bûne. Newroz li navçeya Girkê Legê tê lidarxistin. Agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hat pêxistin.

Tê payîn ku axaftin ji aliyê Rêveberiya Xweser û Kongreya Star werin kirin her wiha dîlan û stranên filklorî werin pêşkêşkirin.

DIRBÊSIYÊ

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê bi dirûşmeya "Bi rihê Newrozê em ê tecrîdê bişkînin û Efrînê rizgar bikin" berê xwe dan cihê pîrozbahiya Newrozê. Pîrozbahî li gundê Kerbetelî tê lidarxistin. Her kes bi cilên xwe yên gelêrî tev li şahiyê bûne.

Li cihê pîrozbahiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala YPJ/YPG`ê û QSD`ê hatine daleqandin.

Agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hat pêxistin. Tê payîn ku axaftin dê werin kirin.

SERÊKANIYÊ

Şêniyên bajarê Serêkaniyê yê girêdayî kantona Hesekê dest bi pîrozkirina Newrozê kirin. Newroz li gundê Eyn Hisanê tê pîrozkirin.

Li cihê pîrozbahiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala YPJ/YPG`ê, QSD`ê û ala Kongreya Star û sembolên Kurdî hatine daleqandin.

Piştî rêzigirtinê agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hat pêxistin.

Tê payîn ku bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Hevserokê  Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hekem Xelo bi axive.

TIRBESPIYÊ

Şêniyên navçeya Tirbespiyê bi pêkhateyên kurd, ereb û suryan û bi dirûşmeya "Bi rihê Newrozê em ê tecrîdê bişkînin û Efrînê

rizgar bikin" Newrozê pîroz dikin. Şêniyên navçeyê bi cil û bergên xwe yên gelêrî tev li pîrozbahiyê bûne. Pîrozbahî li herêma

Dirêcîkê ya rojhilatê navçeyê tê lidarxistin. Li cihê pîrozbahiyê ala YPJ/YPG`ê û QSD`ê hatine daleqandin.

Dayikên şehîdan agirê Newrozê pêxistin. Tê payîn ku axaftin ji aliyê nûnerên saziyan werin kirin û dîlan û stranên filklorî werin pêşkêşkirin.

(bx

ANHA