Şêniyên Ereb ên Reqayê: Newrozê biratiya gelan isbat kir

Şêniyên Reqayê yên ji pêkhateya Ereb ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn, diyar kirin ku Newrozê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biratiya gelan ispat kir.

Şêniyên Ereb ên Reqayê: Newrozê biratiya gelan isbat kir
21 adar, 2019   16:04

REQA

Pîrozbahiya Newroza 2019`an a Reqayê bi tevlibûna bi hezaran ji şêniyên Reqa, Tebqa û Dêrazorê hat lidarxistin..

Şêniyê bi navê Seîd El-Mehmûd ê ji şêniyên bajarê Reqayê destnîşan kir ku îro Kurd û Ereb bi hev re Newrozê pîroz dikin û ji cîhanê re isbat dikin ku ji berê ve biratiya gelan di nav gelên herêmê de hatiye rûniştandin.

Şêniyê bi navê Hesen El-Ferec ê ji bajarê Tebqayê destnîşan kir ku Newroz, cejna xilasiya ji zulm û koletiyê ye.

Jina bi navê Sozdar Ibrahîm qala fedakariyên QSD`ê kir  û destnîşan kir ku bi saya şehîdan ewlehî û aramî li herêmê serwer e.

Sozdar gotinên wiha domand: "Mîna ku me Reqa, Dêrazor û Kobanê rizgar kir em ê Efrînê jî ji dagirkeriyê rigar bikin."

(şx)

ANHA