Li Hesekê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir

Li bajarê Hesekê beriya niha bi çend kêliyan Newroza 2019`an bi dirûşma "Bi rihê Newrozê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin" dest pê kir.

Li Hesekê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
19 adar, 2019   09:42

HESEKÊ

Piştî ku şêniyên bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe berê xwe da cihê şahiyê li Stada Beledî ya bajêr, şahiya Newroza 2019`an bi sirûda "Ey Reqîb" dest pê kir.

Paşê dayikên şehîdan agirê Newrozê pê xist. Li cihê şahiyê wêneyên şehîdan, alên YPJ/YPG û QSD’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine daliqandin.

Niha jî nirxandinên Ocalan ên ji bo Newrozê tên xwendin. Tê payîn ku berpirsê Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl biaxive.

(bx)

ANHA