Hesen Mistefa: Newroz cejna gelên rojhilatî ya serkeftinê ye

Pîrozbahiyên Newrozê li Reqayê bi axaftinên pîrozkirinê didomin.  Axêveran tekez kir ku Newroz cejna gelên Rojhilat e û serkeftinê dinimîne.

Hesen Mistefa: Newroz cejna gelên rojhilatî ya serkeftinê ye
21 adar, 2019   12:49

REQA

Bi navê Meclisa Sivîl a Reqayê hevserokê Komîteya Çand û Hunerê Hesen Mistefa di pîrozbahiya Newrozê de axivî, di serî xêrhatina hemû beşdaran kir, her wiha wateya Newrozê nîşan kir. Hesen der barê wesifdayîna Newrozê de wiha got: "Newroz cejna gelên Rojhilat a serkeftinê ye ku gelek gelên Asyayê pîroz dikin."

Mistefa di dewama axaftina xwe de wiha pê de çû: "Hemû serkeftinên ku lehengên QSD`ê pêk anîn ên li dijî DAIŞ`ê, di baregehên dawîn ên li Baxozê de bi awayekî serkeftî bi dawî bûn."

Mistefa bal kişnand ser ku divê ev cejn ku tê wateya roja nû, bibe cejna biratiyê, cejna birînên kevn û sembola têkoşîn û israrê.

Di dawiya axaftina xwe de Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê wiha li axaftina xwe zêde kir: "Newroz di rastiya xwe de 3 peyaman di nava xwe de dihewîne ku ya yekem serkeftina heqiyê li beramberî neheqiyê û ya duyem jî veguhartina jiyanê bi têgeha xwe ya xwezayî re, bi vê yekê wekheviya roj û şevê çêbû û ya sêyem jî ji ber cejna Newrozê cejneke neteweyî ye û nûnertiya hemû gelan dike."

(eh)

ANHA