‘Peykerê Kawayê Hesinkar dê li cihê xwe yê li Efrînê vegere‘

Berpirsên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê di pîrozbahiyên Newrozê de destnîşan kir ku wekî ku çawa herêm ji terorîstan hat rizgarkirin, dê Efrînê jî rizgar bikin. Her wiha diyar kirin ku yekitiya niştîmanî bingeha têkoşînê ye û gotin ew ê peykerê Kawayê Hesinkar li cihê wî yê li Efrînê vegerînin.

‘Peykerê Kawayê Hesinkar dê li cihê xwe yê li Efrînê vegere‘
‘Peykerê Kawayê Hesinkar dê li cihê xwe yê li Efrînê vegere‘
‘Peykerê Kawayê Hesinkar dê li cihê xwe yê li Efrînê vegere‘
‘Peykerê Kawayê Hesinkar dê li cihê xwe yê li Efrînê vegere‘
21 adar, 2019   12:28

GIRKÊ LEGÊ

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telet Yûnis di pîrozbahiya Newroza Girkê Legê de axivî.

Telet Yûnis Newroz li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kurdistaniyên li cîhanê pîroz kir û wiha anî ziman: "Ji destpkê ve rêya me rêya berxwedanê ye. Bi berxwedan û têkoşînê em ji Dehaqan hatin rizgarkirin. Îro jî bi berxwedan, têkoşîn û îradeyê em herêmên xwe ji DAIŞ`ê rizgar dikin û bi heman rihî em ê Efrînê rizgar bikin."

Yûnis diyar kir ku ew destekê didin çalakiya Leyla Guven û berxwedana wê û çalakvanên di greva birçîbûnê de û got heta armancên wan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk bên, ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.

DIRBÊSIYÊ

Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Mizgîn Ehmed di pîrozbahiya Newroza navçeya Dirbêsiyê de ku li gundê Kerbetilî tê lidarxistin, axivî.

Mizgîn Ehmed diyar kir ku dîrok xwe zindî dike û wiha pê de çû: "Kawayê Hesinkar li dijî Dehaq ku sembola desthilatdarî û zilmê ye, bi ser ket. Îro jî em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çeteyên DAIŞ`ê ku tevahî cîhan xistibû nava metirsiyê, têk dibin."

Der barê rizgarkirina Efrînê de Mizgîn Ehmed wiha got: "Me çeteyên DAIŞ`ê têk birin. Bi heman îradeyê em ê Efrînê û herêmên din ên di bin dagirkerina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, rizgar bikin."

SERÊKANIYÊ

Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hekem Xelo bi navê Rêveberiya Xweser di pîrozbahiya Newroza Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê de axivî.

Hekem Xelo Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tevahî gelê Kurd û malbatên şehîdên ku zarokên wan ji bo azadiyê canê xwe feda kiriye, pîroz kir. Hekem Xelo di axaftina xwe de wiha anî ziman: "Em hêzên xwe yên li eniyên pêş parastina rûmeta me dikin, silav dikin. Em Newrozê li çalakvanên ku ji bo rakirina tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di greva birçîbûnê de ne û kesên ku di encama çalakiyan de şehîd bûne, pîroz dikin."

Hekem Xelo di dawiyê de wiha anî ziman: "Newroz cejna wekheviya di navbera pêkhate û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye. Em Newroza îsal di qonaxeke dîrokî de pîroz dikin û ew qonaxa berxwedan û serkeftinê ye."

(bx)

ANHA