Di pîrozbahiyên Newrozê de partiyan banga yekitiyê kir

Partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nameyeke pîrozibahiyê ji bo Newrozê da û banga yekitiyê kir.

Di pîrozbahiyên Newrozê de partiyan banga yekitiyê kir
Di pîrozbahiyên Newrozê de partiyan banga yekitiyê kir
Di pîrozbahiyên Newrozê de partiyan banga yekitiyê kir
Di pîrozbahiyên Newrozê de partiyan banga yekitiyê kir
Di pîrozbahiyên Newrozê de partiyan banga yekitiyê kir
21 adar, 2019   12:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Pîrozibahiyên Newrozê li navçeya Dirbêsiyê, herêma Serêkaniyê û navçeya Amûdê didomin. Di pîrozbahiyê de partiyên siyasî nameyeke pîrozbahiyê da.

Li navçeya Dirbêsiyê peyama pîrozbahiyê ji aliyê endamê Partiya Çepgir a Kurdî li Sûriyê Jiyan Hemo ve, li herêma Serêkaniyê bi zimanê kurdî ji aliyê endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdî ya Sûriyê Azad Şêxo ve û bi zimanê erebî ji aliyê endamê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Rênas Ebdo ve hat xwendin. Her wiha peyama pîrozibahiyê li navçeya Amûdê jî hate xwendin.

Peyama hevbeş a partiyên siyasî wiha ye:

"Em îro Newroza ku sembola azadî, yekitî û berxwedana li dijî zilm û desthilatdariyê ye, di nava dîroka gelê Mezopotamyayê de pîroz dikin. Ji serdema Kawayê Hesinkar û heta roja me ya îro ku bi hezaran Kawa çêbûne û ji bo azadî, wekhevî û mafên rewa yên pêkhateyên gelê Sûriyê canê xwe feda dikin.

Newroza îsal derbas dibe û welatê me yê Sûriyê 8 sal ji şoreşê temam kir. Ew yek di encama kiryarên rejîmê û desthilatdariya wê bi salan, encamên wê jî ku bi sed hezaran qurbanî û zêdetirî wan birîndar bûn û bi milyonan kes ji welatê xwe koçber û penaber bûn. Ev yek jî ji ber kesên ku naxwazin îstiqrar û aştî li welatê me Sûriyê pêk were. Heta niha hîna tu pankartên mirovî ji bo wê yekê bilind nebûne.

Newroza îsal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber deriyê serkeftina dîrokî ye li ser rêxistina terorîst li cîhanê ku şervanên YPG, YPJ û QSD`ê teror bi dawî kir. Her wiha şehîdên me destanên lehendiyê pêk anîn û biratî di navbera gelan Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr û Tirkman de çêkir. Ji bo parastina axa me xwîna wan ket nav hev. Her wiha heta niha li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûrî xetereya dagirkeriyê dijminên li ser gelan heye, çeteyên ku Efrîn û Bakurê Sûriyê dagir kirin, gefên xwe li ser zarokên ku axa xwe rizgar kir, dixwin.

Bi lehengiya keç û xortên xwe doza Kurd li Sûriyê gihaşt merheleyên pêşketî, gelek deskeftiyên neteweyî bi dest xistin. Bi pêşengiya we ji tecrubeya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Suriyê bû nîmûneyeke jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhatiyên herêmê de û heta niha jî li ser jiyaneke hevbeş didome.

Bijî Newroza sembola neteweyî, niştîmanî ya berxwedanê û azadî û aştiyê.

Bijî Newroza ku bûye sembola biratî û wekheviya di nav gelan de.”

ANHA