Şêxên êlên Reqayê: Newroz sembola biratiya gelan û aştiyê ye

Şêx û rûspiyên êlên Ereb yên Reqayê Cejna Newrozê li tevahiya gelê Sûriyê pîroz kirin û gotin: "Newroz cejna biratiya gelan e.”

Şêxên êlên Reqayê: Newroz sembola biratiya gelan û aştiyê ye
21 adar, 2019   05:30

EMAR EL-XELEF-HEMED EL-MISTEFA/REQA

Bi rasthatina cejna Newrozê re şêx û rûspiyên êlên Ereb ên herêma Reqayê Newroz li tevahiya pêkhateyên Sûriyê pîroz kirin û hêvî kirin ku aştî, aramî li gel jiyana hevbar di navbera gelan de serwer be.

Rûspiyê êla El-Himêrat Sedam Ehmed El-Hermat got: "Em Newrozê li tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li gelê Kurd pîroz dikin."

El-Hemrat destnîşan kir ku gel li Reqayê li ser rêgeza biratiyê û rêzdariya di navbera tevahiya pêkhateyan de dijî û wiha domand: "Bi rasthatina Newrozê re, nêz maye ku teror têk biçe. Dê Newroz bibe roja azadiyê û xilasiya ji zulmê."

El-Hemrat dagikirina Efrînê û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li ser şêniyên Efrînê bi bîr xist û wiha got: “Em bang li tevahiya rêxistinên mirovî û hiqûqî dikin, di serî de Meclisa Ewlehiyê ya navdewletî, divê binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li Efrînê û guhertina demogarfiya wê rawestînin.

Şêxê êla El-Umer Mihemed Qehît El-Umer jî Newroz li tevahiya pêkhateyên Reqayê pîroz kir û wiha berdewam kir: "Bi saya QSD`ê herêm rizgar bû û gel cara yekê li bajarê ku DAIŞ`ê ji xwe re kiribû paytext Newrozê pîroz dikin."

Her wiha şêx êla El-Sebxa Mihemed Tirkî El-Sewan got: "Newroz ne tenê ya gelê Kurd, Newroz cejna tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê ye. Ew nûnertiya her şêniyek Sûrî dike newteweya wî çi dibe bila bibe. Em ji tevahiya cîhanê re dibêjin em bi hev re ayînên ku em di salên tariyê de jê bê par mane tênîn cih, mûm û agirê vedixin."

(şx)

ANHA