‘Divê Rejîm li şûna gefxwarinan, herêmên dagirkirî rizgar bike’

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yê şaxê herêma Firatê Azad Oso got: "Divê hikumeta Sûriyê li şûna ku gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixwe, bila herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de rizgar bike.”

‘Divê Rejîm li şûna gefxwarinan, herêmên dagirkirî rizgar bike’
21 adar, 2019   05:20

HÊZA HESEN/KOBANÊ

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yê şaxê herêma Firatê bi rêya ajansa me bersîv da gefên hikumeta Sûriyê û destnîşan kir ku li şûna hikumeta Sûriyê gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku ji DAIŞ`ê hatine rizgarkirin dixwe, bila herêmên ku Tirkiyê dagir kirine mîna Ezaz, Bab, Cerablus û Efrînê rizgar bike.

Wezîrê Sûriyê 18’ê Adarê di civînek çapemeniyê de gotibû ku dê bi hêz an jî li hevkirinê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixin bin kontrola xwe.

Azad Oso got: "Em danûstandina Sûrî-Sûrî dixwazin. Ji ber ku rêya çareseriya aştiyane ya aloziyê ew e. Divê hikumeta Sûriyê destûra Sûriyê bi guherîne da ku mafên  tevahiya pêkhateyên Sûriyê û çînên civakê misoger bike."

Oso diyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav ewlehî û  aramiyê de ne û gelê herêmê xwe bi xwe rêve dibin.

Oso wiha domand: "Divê hikumeta Sûriyê dest ji zihniyeta desthilatdarî û nijadperestiyê berde û aliyên din qebûl bike. Da  ku hemû nûnertiya xwe û vîna xwe bikin."

Di dawiyê de Azad Oso got: "QSD`ê çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk birin û berhemên wê ji talankirinê parastin. Ev berhemên binerd ên herêmê ne tenê yên gelê Kurd in, yên tevahiya gelê Sûriyê ne."

Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tekez kiribû ku ew bi çareseriya aştiyane ya aloziyê re ye, her wiha diyar kiribû ku eger hate xwestin dê mafên xwe yên rewa biparêzin.

(şx)

ANHA