ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21.03.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21.03.2019
21 adar, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya ji bo rizgarkirina Baxozê dê were şopandin.

- Pîrozbahiyên Cejna Newrozê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêne lidarxistin, dê werin şopandin.

- Rûspiyên êlên Ereb Newroz li gelê Sûriyê pîroz kirin û gotin: "Newroz cejna biratiya gelan e, bi hatina Newrozê re ragihandina serkeftina li dijî terorê nêzîk bûye, Newroza me dê bibe Newroza azad û xilasbûna ji zulmê." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Serokê Buroya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya  herêma Firatê Azad Oso got, hikûma Sûriyê beriya ku gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku ji DAIŞ hatine rizgarkirin bixwe, bila herêmên ku Tirkiyê dagirkirine, rizgar bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- DAIŞ metirsiyekî mezin li ser hebûna mirovahiyê bû. Ji bo wê jî ji hemû cihanê kesên nûnertiya mirovahiyê dikirin, berê xwe dan cihê kesên li dijî DAIŞ şer dikirin. Ev şerê dijî tarîtiyê berxwedana ronahiyê bû. Çewa kesên nûnertiya nirxên mirovahî dikirin berê xwe dan cihê şerê li dijî DAIŞ’ê, kesên tarîtî temsîl dikirin jî berê xwe dan nava DAIŞ’ê. (BI WÊNE).

ANHA