Efrîniyên li Şehbayê agirê azadiyê vêxistin

Bi hezaran şêniyên Efrînê yên li Şehbayê agirê Newrozê vêxistin, lê di heman demê de dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê nahêlin ku şênî agir dadin.

Efrîniyên li Şehbayê agirê azadiyê vêxistin
Efrîniyên li Şehbayê agirê azadiyê vêxistin
Efrîniyên li Şehbayê agirê azadiyê vêxistin
20 adar, 2019   20:30

ŞEHBA

Şêniyên Efrînê yên li gund, navçe û kampên kantona Şehba û navçeya Şêrawa ya Efrînê di saetên ber êvarî de agirê Newrozê vêxistin.

Artêşa Tirk a dagirker  û çeteyên wê beriya salek piştî ku Efrîn dagir kirin, peykera Kawa Hesinkar a bajarê Efrînê bi zanabûn hilweşandin û îsal jî nahêlin ku şêniyên li Efrînê mane Newrozê pîroz bikin.

Tevahiya qadên pîrozbahiyan bi şiqilên zeytûnan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xemilandin.

Şênî agir vêxistin û li dorê xelekên govendê li ber stranên gelêrî û şoreşgerî di nav berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê û şermezarkirina dagirkeriyê de gerandin.

(şx)

ANHA