TEV-DEM: Em ê Newrozê bikin bingeha rizgarkirina Efrînê

TEV-DEM`ê cejna Newrozê li gelê Kurd û Kurdistanê pîroz kir û wiha got: "Her sal em Newrozê wek cejna azadiyê pîroz dikin. Em ê her li dijî dagirkeran bikin Newroz, em ê Newrozê bikin bingeha rizgarkirina Efrînê."

TEV-DEM: Em ê Newrozê bikin bingeha rizgarkirina Efrînê
20 adar, 2019   10:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya Newroza 2019`an peyeme pîrozibahiya weşand.

TEV-DEM`ê di peyamê de wiha got: "Her sal em Newrozê wek cejna azadiyê pîroz dikin, di wê rojê de em zilm û dîktatoriyê red dikin."

TEV-DEM`ê da xuyakirin ku Newroz ne rojeke normal e di jiyana gelên herêmê de, beriya 2 hezar û 600 salan ku dîrokeke mezin û bandor di jiyana me de heye, em wek gel ji Kawayê Hesinkar heta Kawayê Serdemê û Ocalanê azadiyê û Leylaya berxwedanê ku berxwedana wê bû felsefeya berxwedanê da ku tecrîda li ser Ocalan bê şikandin me Newroz zindî kir.

TEV-DEM`ê wiha diyar kir: "Newroz bûye rihê ku li her derê em pê dijîn, ji zindanan heta çiyan, ji gundan, bajaran û li her qada cîhanê. Newroza îsal em pêşwazî dikin û em hemû bendên terorê yên fikrî û cesedî dişikînin, em kêliyên serkeftina dîrokî dijîn da ku Kawayê Hesinkar dîktatoriya zilmê bişikîne û gel kela terorê rûxand û ala azadiyê bilind kir."

TEV-DEM`ê wiha destnîşan kir: "Em di nav TEV-DEM`ê de, di rêya têkoşîna xwe de dewam dikin da ku civakeke azad û hevgirtî li dijî rêxistin û bendan ava bikin. Her wiha em hemû cureyên zayendperset di nava civakê de li ser bingeha felsefeya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş di nava hemû gelan û olan de radikin da ku em bigihêjin civakeke ekolojîk a layîqî rihê Newrozê û cewhera wê rojê bin û hemû rojên me bibin Newroz."

TEV-DEM`ê hatina Newroza li hemû gelan pîroz kir û wiha got: "Di vê roja pîroz de em hemû gelên bi rihê Newoza azad re bûne yek, pîroz dikin. Em bang li gelan dikin ku bibin yek û bi hev re bijîn. Em ê her li dijî dagirkeran bikin Newroz, em ê Newrozê bikin bingeha rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran û rizgarkirina her bihosteke axa me li Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê. Efrîn dê azad bibe û dê dagirker tune bibin."

TEV-DEM`ê daxuyaniya xwe bi van gotina bi dawî kir: "Bijî biratiya gelan, bijî Newroz; roja hezkirin, azadî û aştiyê."

 (jo)

ANHA