Artêşa Îsraîlê 3 ciwanên Filistînê kuştin

Hikumeta Filistînê raber kir ku artêşa Îsraîlê şevê din piştî pevçûna di navbera wan û ciwanan de di serdegirtina El-Difa El-Xerbiyê de 3 ciwanên Filistînê kuştin û hin jî binçav kirin.

Artêşa Îsraîlê 3 ciwanên Filistînê kuştin
20 adar, 2019   10:33

XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku 3 ciwanên bi navên Umer Ebû Leyla (19), Raêd Mihemed Hemdan (21) û Zeyd Îmad Mihemed Nûrî (20) bi guleyên leşkerên artêşa Îsraîlê hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku kesekî ku hatiye kuştin ê ku 2 leşkerên Îsraîlê li Nabulsê ya El-Difa El-Xerbiyê bi navê Umer Ebû Leyla kuştine ye.

Ji aliyekî din ve çavkaniyên Filistînê ji nûçegihanê ajansa me ANHA’yê yê Xezayê re ragihand ku artêşa Îsraîlê Hemdan û Nûrî kuştine. Her wiha destnîşan kir ku erebeya wan sibehê rê derbas dikir û leşkerên Îsraîlê guman bir ser û gule avêtinê û piştre erebeyeke artêşê li wan da û di encamê de ew kuştin.

Artêşa Îsraîlê îdia kir ku wan her du ciwanan dê çalakiyeke trafîkê li dijî artêşê pêk bianiya.

Çavkaniyan diyar kir ku artêşa Îsraîlê di hemleya ewlehiya vê sibehê de gelek ciwanên Filistînê girtine.

(fr)

ANHA