Şêniyên Efrînê: Newroza îsal dê bibe Newroza azadiyê

Şêniyên Efrînê yên li Şehbayê didîmin gotin, hêviya wan ew e ku Newroza îsal bibe Newroza azadî û rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirkiyê.

Şêniyên Efrînê: Newroza îsal dê bibe Newroza azadiyê
20 adar, 2019   07:19

ALAN REŞÎD – XANDÎ ELO / ŞEHBA

Şêniyên Efrînê yên ku ji ber komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê neçar mane li kantona Şehbayê bimînin destnîşan kirin ku hedefkirina peykerê Kawayê Hesinkar ê li Efrînê ji aliyê dagirkeran ve armanc jê ew bû ku serdema zulm û koletî vegere. Şêniyan gotin wan bi berxwedana xwe ev armancên Tirkiyê vala derxistin.

Artêşa dewlat Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê 20'ê Çileya 2018'an bi dijwarî êrîşî kantona Efrînê kirin û di 18'ê Adarê de kanton dagir kirin. Şervanên YPG û YPJ'ê bi piştgiya gel 58 rojan berxwedaneke mezin nîşan dan. Berxwedana Serdemê hê jî di qonaxa xwe ya duyemîn de didome.

Şêniyê bi navê Emîn Mihemd anî ziman ku Efrîn dê rizgar bibe û dê li xaka kal û pîrên xwe  vegerin û got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî me kirin, ji ber vê yekê em hatin Şehbayê, em ê hemû astengiyan tehemul bikin ji bo vegerin Efrînê warê kal û pîrên xwe.”

 Emîn diyar kir, piştî ku dagirker derbasî Efrînê bûn dest bi binpêkirinên ne mirovî derheqê sivîlan de kirin û wiha pê de çû: “Em hêvî dikin ku Newroza îsal bibe sala serkeftin, azadî û bidawîbûna dagirkeriya Efrînê. Ev yek jî bi mezinkirina berxwedanê pêkan e.”

Şêniya bi navê Şukrî Hisên destnîşan kir ku rûxandina peykerê Kawayê Hesinkar hedefkirina dîroka gelê Kurd e û wiha got: "Armanca dagirkeran a rûxandina peykerê Kawayê Hesinkar îmhakirina dîroka gelê Kurd e. Hêzên dagirker li hemberî me siyasetên qirkirinê dane meşandin, lê çawa berxwedanî her tim biser dikeve dê vê care jî bi ser bikeve. Ji ber ku hêza xwe ji  îradeyeke xurt digire. Berxwedana me ya li Şehbayê jî berdewam e. Em hêvî dikin ku Newroza îsal bibe Newroza rizgarkirina Efrînê û vegera gel li welatê xwe.”

Şêniyê bi navê Ebdulhemîd Ehmed jî got, her çendî hêzên dagirker êrîş bikin wê bi ser nekevin û wiha axivî: “Çalakî û berxwedane me ya li Şehbayê berdewam e. Her çiqas dijmin hewl bide dîrok û şaristaniya me tine bike wê bi ser nekeve. Gelek caran em rastî zulm û înkarkirinê hatin, lê dîsa jî berxwedan û têkoşîna me zindî ye. Peykerê Kawayê Hesinkar nîşaneya yekîtî û azadiya gelê Kurd û nîşaneya xelasbûna ji zulm û koletiyê ye. Xwestin bi ruxandina peyker gelê Kurd kole bikin. Lê me nepejirand, îradeya me xurt e û berxwedana me berdewam e. Hêzên dagirker wê li Efrînê nemînin ji ber ku em bi axa xwe ve girêdayî ne û em ê rizgar bikin.”

(şx)

ANHA