KNK: Bila Newroz bibe boneya yekitiyê

Konseya Rêveber a KNK’ê bi minasebeta Newrozê peyamek weşand û tê de wiha got: "Bila Newroza 2019'an bibe çepera yekitî û tifaqa navxweyî û serkeftinên mezintir.”

KNK: Bila Newroz bibe boneya yekitiyê
20 adar, 2019   07:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi peyameke nivîskî cejna neteweyî ya Newrozê pîroz kir.

Peyama KNK'ê wiha ye:

"Di dîroka xelk û neteweyan da hindek bûyer hene ku di encama xwe de dibin nîşaneya hebûnê. Newroz ew e. Newroz li ser bingeha têkoşîna li dijî bindestiyê pêk hatiye. Li dijî zilm, koletî, dagirkerî, kolonyalîzm û her reng bindestiyê bûye stêrka rizgarî û azadiyê.

Di vê pêvajoya dirêj a têkoşînê de xelkên bindest her destkeftî ji bo xwe kirine qazancek û bi sembolekê kirine şahî. Newroz bi sembola agirî bûye ronahiya rêya rizgarî û azadiyê. Newroza ku xelkê Kurd ji bo xwe kiriye sembola têkoşîn û serkeftinê, her wisa bi vê naveroka xwe ya şoreşgerî bûye cejna gelên Rojhilata Navîn jî.

Serdestan her tim cejnên ku bi naverok û sembolên xwe bûne hawara xelk û çînên blindest, qedexe kirine, qeyd û bend li ser danîne û yên ku ev cejn pîroz kirine jî, dijmin û xayîn îlan kirine.

Dewleta Îranê li gel ku Newrozê fermî pîroz dike, lê gava Kurdan wek bîr û têgihîştina xwe pîroz dikir, êriş dikir û qedexe dikir û îro jî ev polîtîkaya rejîma Îranê berdewam e. Rejîma Baasê ya Sedam jî her bi eynî metodê reftar dikir û nedihêla xelkê Kurd bi dilê xwe vê cejna xwe pîroz bike. Rejîma Baasê ya Esad jî her ev polîtîkaya dijminane didomand li dijî pîrozbahiyên Newrozê. Ji nav dewletên dagirker a herî zalim dewleta Tirk bû li dijî Newrozê. Heta serê salên 2010'an jî prangaya li ser Newrozê bi israr didomand dewleta Tirkiyeyê. Dewleta Tirk, Newroz wek cejna xelkê Tirk a ji Asyaya Navîn qebûl dikir, lê rê nedida ku Kurd pîroz bikin. Ji ber ku Kurdan û kurdistaniyan Newroz li gorî naveroka wê ya bi armanca rizgarî û azadiyê pîroz dikir.

Îro xelkê Kurd û hevçeperên wan Newroz bi keda xwe ya helal kirine şahiyeke mezin a xelkî û li seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê dîsa her wekî naveroka wê ya dîrokî bi armanca rizgarî û azadiyê pîroz dikin. Gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya heq, serî li dagirkeran çemand ku îro êdî nikarin pîrozbahiyên Newrozê qedexe bikin. Kurdan, Newroz di têkoşîna xwe ya her alî de, li gundan, li bajaran, li zindanan, li hemû cih û warên jîyanê kiriye çeperê têkoşîna rizgarî û azadiyê.

Agirê Newrozê îro gurtir e li Kurdistanê. Li Başûr û Rojavaya Kurdistanê bi rengekî fermî û xelkî tê pîrozkirin. Li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê jî her wekî çeper û sengera têkoşînê tê pîrozkirin û agirê rizgarî û azadiyê gurtir tê hilkirin.

Em îsal cejna Newrozê bi serkeftina şerê Baxozê û bi têkbirina hêza hov a DAIŞ'ê, pêşwazî dikin. Newroz ji bo me li hember zalim û dagirkeran roja serkeftinê ye. Newroza îsal jî, bû roja serkeftineke edîrokî. Hêza ku cîhan dihejand, hêza ku xof xistibû nava dilê xelkê, hêza reş û wehş DAIŞ, îro bi destê hêzên kurdistanî û hevkarên wan, ji holê tê rakirin. Ev serkeftineke mezin û dîrokî ye. Em vê serkeftinê di serî de li YPG-YPJ-QSD û hêzên koalîsyonê, li gelê Kurdistanê û cîhanê pîroz dikin.

Yek ji xala girîng ya naveroka Newrozê jî neteweyîbûn e. Newroz cejneke neteweyî ye. Hemû baskên civatê dide ber sîngê xwe Newroz. Di van rojên dijwar ên têkoşîna li dijî dagirkeran de ev rûyê başî û qenciyê yê Newrozê divê neyê bêxemkirin û zêdetir divê bê pêşxistin ku dagirkerên Kurdistanê di nav rêzên dînamîkên neteweyî yên Kurdistanê de dubendiyê nebînin.

Di vê qonaxa girîng a pêvajoya têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê da agirê Newrozê divê bibe ronahiyeke geş yê tifaq û yekitiya xelk û neteweya Kurdistanê.

KNK bi vê bîr û baweriyê Newroza hemû Kurd û kurdistaniyan bi dilgermiya neteweyî û niştîmanî pîroz dike.

Bila Newroza 2019'an bibe çeperê yekitî û tifaqa navxweyî û serkeftinên mezintir. Bi ruhê serkeftina şerê Baxozê, agirê Newrozê gur û geştir bikin!

Newroz pîroz be.”