Li Şengalê vekirina goreke komî bi dawî bû

Li gundê Koço yê Şengalê  gora komî ya yekemîn ji aliyê Tîmên Vekirina Goran a ve bi dawî bû. Ji gorê 28 cenaze hatin derxistin.

Li Şengalê vekirina goreke komî bi dawî bû
20 adar, 2019   07:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Koço yê Şengalê di 16'ê Adarê de bi fermî bi destê hikumeta Iraqê û rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û bi amadebûna bi seden êzidiyan vekirina gorên komî ji aliyê Tîmên Vekirina Gorên Komî  ên hikumeta Iraqê ve dest pê kir. Duh vekirina yekemîn gora komî bi dawî bû.

Ji gora komî 28 cenaze hatin derxistin. Hemû cenazeyên ji gorê hatin destxistin, ji bo lêkolîna DNA'yê şandin Tiba Edlî ya Bexdayê.

Ji bo ku cenaze bên naskirin, beriya niha ji kesên xizmên wan winda bûne, xwîn hatibû girtin.