Li Reqayê turnuvaya hêza bedenî bi navê şehîd Umer Elûş hat vekirin

Bi dirûşmeya `Şehîd meşaleyên ronahiyê ne` Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Reqayê turnuvaya hêza bedenî û rakirina pîvanan a bi navê Şehîd Umer Elûş li navenda çalakiyên ciwanan a navenda bajarê Reqayê vekir.

Li Reqayê turnuvaya hêza bedenî bi navê şehîd Umer Elûş hat vekirin
Li Reqayê turnuvaya hêza bedenî bi navê şehîd Umer Elûş hat vekirin
Li Reqayê turnuvaya hêza bedenî bi navê şehîd Umer Elûş hat vekirin
Li Reqayê turnuvaya hêza bedenî bi navê şehîd Umer Elûş hat vekirin
19 adar, 2019   16:43

REQA

Bi armanca pêşxistina xebatên Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Reqayê, komîteyê gelek çalakî û turnuvayan di serî de futboll û basketbolê organize kirin.

Li ser wê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Reqayê cara yekem turnovaya rakirina pîvanên giran bi navê Şehîd Umer Elûş bi tevlibûna 30 listokvanên ji bajêr vekir.

Tornova li navenda ciwanan a bajêr li dar ket. Giraniya pîvanan di navbera 100 heya 200 kg bû.

Di turnuvayê de 3 listokvan madalyoya zîv qezenc kirin.

(şx)

ANHA