Hunermend Siyamend Oskulî hat bibîranîn

Rewşenbîr û hunermendên Kobanê, hunermend Siyamend Oskulî di 5’emîn salvegera wefata wî de bi bîr anîn.

Hunermend Siyamend Oskulî hat bibîranîn
Hunermend Siyamend Oskulî hat bibîranîn
Hunermend Siyamend Oskulî hat bibîranîn
Hunermend Siyamend Oskulî hat bibîranîn
Hunermend Siyamend Oskulî hat bibîranîn
Hunermend Siyamend Oskulî hat bibîranîn
Hunermend Siyamend Oskulî hat bibîranîn
Hunermend Siyamend Oskulî hat bibîranîn
19 adar, 2019   16:56

KOBANÊ

Rewşenbîr û hunermendên Kobanê li Navenda Çand û Hûnera Baqî Xido a bajarê Kobanê hunermend Hesen Oskulî (Siyamed Oskulî) di 5’emîn salvegera wefata wî de bi bîr anîn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê. Paşê  sinevizyonek li ser jiyana hunermend Siyamend Oskulî hat pêşkêş kirin.

Di merasima bîranînê de hevserokê desteya Çand û hûnerê Rêzan Neisan axifî û got: “Em îro li vir beşdarî bîranîna 5`emîn a hunermend Siyamend Oskulî bûne. Oskulî piraniya jiyan xwe di çand û hênerê de derbas kir û her tim dixwest bi riya hunerê çanda xwe biparêz e. Ji xwe di dîrokê de jî hunermendên Kurd her tim çanda me ya devkî parastine.  Lewma pêwîste em xwedî li hûnermendên

xwe derkevin".

Piştre hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto sersaxî ji malbata hûnermend  û hevalên wî ên ku heta roja îro rastiya dîroka xwe derdixin, xwest û got: “Demê ku mirov rojeke bi vî rengî roja ku hunermendekî weke Siyamend Oskulî jiyana xwe ji dest daye mirov pir xemgîn dibe. Ji ber ku kesên dîrok û çandê diparêzin hunermendin".

Ismaîl Oskulî jî li ser navê malbata hunermend axivî û got "Siyamend bi hêza hûnera xwe cihê xwe di nava dilê gel de çêkir. Weke leşkerekî şerker, wî jî bi hûnera xwe li hember her êrîşa li ser civak û çanda Kurd sekinî".

Paşê hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran ê kantona Kobanê Mesûd Mêran got ku kesên dîroka gelan diparêzin hûnermendin û yek ji wan hunermendan jî Siyamend Oskulî bû.

Helbestvan Enwer Qereelî jî bi helbestekê hunermend Oskulî bi bîr anî.

Li ser navê hûnermendên Kobanê Sedûn Kobanê jî bîranînên xwe yên bi Siyamend Oskulî re vegot.

Li ser kesayet û xebata Oskulî ya hûnerî  axaftin hatin kirin. Bîranîn bi xwendina helbestan bi dawî bû.

Hûnermend Oskulî di sala 1988’an de bûye yek ji endamên koma Botan a  çand û hûnerê û bû piştî kedeke mezin bû yek ji hûnermendên navdar.

(sn hk)

ANHA