Li Şedadê bi dehan bombe hatin bêbandorkirin

Hêzên Ewlehiya Hundirîn li bajarokê Mergeda yê navçeya Şedadê îro piştî nîvro bi dehan bombe bê bandor kirin. 

Li Şedadê bi dehan bombe hatin bêbandorkirin
19 adar, 2019   16:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser agahiya şêniyekî ji bajarokê Megerdeyê yê girêdayî navçeya Şedadê ya kantona Hesekê, bi hebûna turekî ne diyar li rex riya giştî di navbera Dêrazor û Şedadê de, endamên Hêzên Cîhaza Ewlehiya Giştî û beşa operasyonên navendî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn berê xwe dan cihê diyar.

Piştî ku endaman turik keşf kir xuya bû ku bi dehan bombeyên teqemeniyê ku ji dûr ve têne teqandin di tûrik de hebûn.

Tîmên endezeyê  beyî ku zirarek derkeve tevahiya bombeyan bê bandor kirin.

(şx)

ANHA