Şahiya Newroza Hesekê bi dawî bû

Pîrozbahiyên Newroza îsal li bajarê Hesekê ku îro di saetên sibê de bi dirûşma "Bi rihê Newrozê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin" dest pê kiribû, bi stran û dîlanan bi dawî bû.

Şahiya Newroza Hesekê bi dawî bû
19 adar, 2019   13:52

HESEKÊ

Îro di saetên sibê de pîrozbahiyên Newrozê bi dirûşma "Bi rihê Newrozê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin" bi sirûda "Ey Reqîb" dest pê kiribû. Paşê agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hat pêxistin. Paşê berpirsê Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl û endama Koordînasyona Kongreya Star Evîn Başo axivîn.

Paşê komên hunerî yên girêdayî Navenda Çand û Hunerê dîlan û stran pêşkêş kirin. Her wiha partiyên siyasî yên kurdî daxuyaniyeke hevbeş da.

Paşê Koma Erka Xweparastinê stran pêşkêş kirin û helbestvan Ferhad Merdê helbest gotin.

Her wiha Koma Ornîna ya Suryanî şanoyek li ser çanda Suryaniyan pêşkêş kir. Şahiya Newroza îsal li Hesekê bi xelekên dîlanan, dirûşmên silavkirina berxwedana gel û şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(bx)

ANHA