Peyama Newroza Minbicê: Dê Efrîn rizgar bibe

Pîrozbahiya cejna Newrozê ya bajarê Minbicê bi axaftinên beşdaran dewam dike. Beşdaran tekez kir ku ew ê heta rizgarkirina Efrînê têkoşîna xwe bidomînin.

20 adar, 2019   12:31

MINBIC

Pîrozbahiya cejna Newrozê ya bajarê Minbicê bi beşdarbûna bi hezaran şêniyên bajarê Minbicê û gundên wê li qada lîstikgeha şaredariyê bi dirûşma "Bi rihê Newrozê em ê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin" didome.

Piştî ku dayikên şehîdan meşaleya Newrozê pê xist, gelek axaftin hatin kirin. Li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê hevseroka Meclisa Rêveber Sozan Hesen axivî, xêrhatina beşdaran kir û Newroz li şervanên QSD`ê pîroz kir ku şerê DAIŞ`ê li Dêrazorê dikin. Sozan diyar kir ku bi salan e meşaleya azadiyê pê dikeve, niha jî serkeftin bi meşaleya Newrozê nû dibe.

Sozan teqez kir ku Newroz azadî û biratiya gelan di bin banê neteweya demokratîk de nîşan dide.

Paşê bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevseroka Buroya Têkiliyên Derve Emel Dada Newroz li hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir. Emel destnîşan kir ku gelê Kurd meşeleya şoreşa biratiya gelan pê xist da ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijî her kesê şerê biratiya gelan dike be, her wiha lehengiya şehîdên ku ji bo jiyana hevbeş û bidawîkirina terorê bi bîr anî û tekez kir ku ji meşaleya Newroza îsal ew ê civakeke azad û demokratîk ava bikin.

Paşê bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê sekretera giştî ya partiyê, Hevrîn Xelef Newroz li şêniyên Minbicê pîroz kir û berxwedana şêniyên Minbicê li dijî çeteyên DAIŞ`ê bi bîr anî û got ew meşaleya Newrozê bi rihê yekbûna her çar pêkhateyên wê pê dixin.

Di şahiyê de, komên muzîkê stranên xwe pêşkêş kirin.

Bi navê Meclisa Jinan a Minbicê û gundên wê berdevka meclisê Henaa Şerîf berxwedana Leyla Guven silav kir û got Leyla Guven berxwedan û îradeya rast nîşan da. Henaa destnîşan kir ku jinan pêşengiya şerên herî giran ên li dijî terorê kir, her wiha şehîdên ji bo parastina welat canê xwe feda kirin, bi bîr anîn.

Her wiha berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî û cejna Newrozê li gelê Minbicê û şervanên di eniyan de pîroz kir û şehîdên parastina welat bi bîr anîn. Derwîş teqez kir ku xwîna şehîdan tarîtiya terorê rakir, soza domandina rêya şehîdan da ta ku Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin.

Pîrozbahiya Newroza Minbicê bi stranên koman dewam dike.

(jo)

ANHA