Li Tebqayê li Parka Şehîdên Efrînê darên zeytûnan çandin

Bi boneya salvegera yekemîn a dagirkirina kantona Efrînê, rêveberiya bajarokê Mensûra yê Tebqayê 20 darên zeytûnê li parka başûrê navçeyê ya bi navê "Parka Şehîdên Efrînê" çandin.

Li Tebqayê li Parka Şehîdên Efrînê darên zeytûnan çandin
Li Tebqayê li Parka Şehîdên Efrînê darên zeytûnan çandin
Li Tebqayê li Parka Şehîdên Efrînê darên zeytûnan çandin
Li Tebqayê li Parka Şehîdên Efrînê darên zeytûnan çandin
19 adar, 2019   14:01

TEBQA

Bi însiyatîfa Mala Gel û rêveberiya bajarokê Mensûra bi dehan endamên wê, darên zeytûnan li Parka Şehîdên Efrînê çandin, ew yek jî  berxwedana ku gelê Efrînê di her du pêngavên Berxwedana Serdemê de meşandin, nîşan dide.

Bi saetên nîvro de, bi hevkariya Şaredariya Gel a Mensûrayê, bi dehan jin û mêran berê xwe da parka ku li rojhilatê bajarok li ser rêya giştî ya Reqa-Tebqayê da ku dest bi çandina daran bikin. Ev çalakî bi boneya çalakiyên herêma Tebqayê yên salvegera yekemîn a dagirkirina kantona Efrînê pêk tê.

Duh bi sedan şeniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xist û kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê der heqê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û gelê Efrînê bi taybet de şermezar kirin.

ANHA