Zarokên Efrîn û Şehbayê Newroza xwe pîroz kir

Îro bi dirûşma "Bi Berxwedana Serdemê em ê Efrînê rizgar bikin" Tevgera Hîlala Zêrîn bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê şahiyek ji zarokên Efrîn û Şehbayê re bi boneya Newrozê organîze kir.

Zarokên Efrîn û Şehbayê Newroza xwe pîroz kir
Zarokên Efrîn û Şehbayê Newroza xwe pîroz kir
Zarokên Efrîn û Şehbayê Newroza xwe pîroz kir
Zarokên Efrîn û Şehbayê Newroza xwe pîroz kir
Zarokên Efrîn û Şehbayê Newroza xwe pîroz kir
Zarokên Efrîn û Şehbayê Newroza xwe pîroz kir
Zarokên Efrîn û Şehbayê Newroza xwe pîroz kir
Zarokên Efrîn û Şehbayê Newroza xwe pîroz kir
19 adar, 2019   13:46

ŞEHBA

Di şahiyê de ku Tevgera Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand û Hunerê li dar xistiye, bi sedan zarok û malbatên wan ên ku li Kampa Berxwedan dimînin a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê beşdar bûn. Her wiha dika şanoyê bi wêneyên pakrewan û kulîlkan hat xemilandin.

Piştî destpêkirina şahiyê, endamê Tevgera Çand û Hunerê Seyîd Bîrhat diyar kir ku Newroz finda berxwedan û serkeftinê ye, çand, dayik û nasname ye, ji lew re divê hemû zarok li dora çanda xwe bicivin.

Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Mizgîn Çolaq Newroz li tevahî zarokan, nemaze zarokên Efrînê û tevahî şehîdên Berxwedana Serdemê pîroz kir û wiha got: "Bi ruhê Newrozê em ê Efrînê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rizgar bikin."

Dûre komên stran, dîlan û şanoyê yên girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn û ya Tevgera Çand û Hunerê hunerên xwe pêşkêş kirin.

Şahî bi dîlanên folklorîk û stranên şoreşgerî bi dawî bû.

(fr)

ANHA