Di pîrozbahiyên Newrozê de, Berxwedana Serdemê û QSD‘ê hate silavkirin

Li bajêr û navçeyên herêma Cizîrê pîrozbahiyên Newroza 2019‘an bi dawî bûn. Di pîrozbaiyan de QSD‘ê hate silavkirin û hate gotin ku têkoşîna ji bo rizgarkirina berdewam e.

21 adar, 2019   17:34

DIRBÊSIYÊ

Bi hezaran şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê Newroz li gundê Kerbetilî pîroz kirin.

Pîrozbahî bi bîranîna şehîdan û vêxistina mişeleya Newrozê dest pê kir. Paşê axaftina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê hate kirin. Di axaftinan de hate gotin ku rizgarkirina Efrînê nêzîk bûye û serkeftinên ku hêzên leşkerî bi dest xistine berhemên hevgirtina gelên herêmê ye.

Paşê jî nameya partiyên siyasî ya pîrozbahiya Newrozê hate xwendin.

Di pîrozbahiyê de Koma Kîkan û Koma Roj ên dîlanan û Koma Hêvî şanoyek bi navê "Diziya mirîşkan" pêşkêş kirin. Her wiha helbestvan Ferhad Merdê hin helbest xwendin.

Pîrozbahî bi gerandina xelekên dîlanan û berzkirina dirûşmeyên banga azadiya Ocalan bi dawî bû.

DÊRIK

Pîrozbahiya Newroza Dêrikê bi pêşandana berhemên hunerî  û gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.

Piştî axaftinan, komên "Cûdî a Mûzîkê, Ava Mezin a Mûzîkê, Goven, Şano, Ciwanên Cûdî, Ciwanên Dengbêj, Koma Serhildan a Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a Rimêlan û Koma Amara a Stranan" berhemên xwe pêşkêş kirin.

Beşdaran jî li ber stranan xelekên govendana gerandin.

AMÛDÊ

Bi hezaran şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo bi dirûşmeya "Bi rihê Newrozê em ê tecrîdê bişkînin û Efrînê rizgar bikin" Newroza xwe li gundê Çaxir Bazar pîroz kirin.

Girseya gel ku cil û bergên xwe yên filklorî li xwe kiribûn dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qîr dikin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê axivî û got: "Em di vê pêvajoyeke nû re derbas dibin, divê em hevgirtina xwe xurt bikin da ku karibin destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi parêzin."

Her wiha peyama hevbeş a 20 partiyên Kurdî hate xwendin ku tê de banga yekîtiyê dikin.

Pîrozbahî bi avêtina dirûşmeyên silavkirina şervanên QSD‘ê û geradina xelekên govendan bi dawî bû.

SERÊKANIYÊ

Bi hezaran xelkên herêma Serêkaniyê Cejna Newrozê li gundê Eyn Hîsan pîroz kirin.

Pîrozbahî bi deqeya rêzgirtinê û pêxistina mişeleya Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve destpêkirin. Paşê axaftina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate kirin û Newroz li hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir. Her wiha peyama partiyên siyasî ya ji bo Newrozê hate xwendin.

Piştre jî Koma Şehîd Viyan Peyman a girêdayî navenda çand û hunerê ya navçeya Zerganê ya stranan, Koma Şehîd Osman a şanoyê, Koma Şehîd Welat a şanoyê ya navenda çand û hunerê ya navçeya Serêkaniyê daketin ser dike û berhemên xwe pêşkêş kirin.

Her wiha Koma Şehîd Tolhildan a dîlanan, Koma Şehîd Merwan a şanoyê jî berhemên xwe pêşkêş kirin.

Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendan û berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo Newroz li herêma Dirêjîkê ya bakurê navçeyê pîroz kirin.

Her kes bi cil û bergên xwe yên filklorî li gel bilindkirina alên YPG, YPJ û QSD‘ê ji saetên sibehê ve berê xwe dane qada pîrozbahiyê.

Pîrozbahî bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê jî malbatên şehîdan mişeleya Newrozê dadan.

Di dawiya pîrozbahiyê de beşdaran xelekên dîlanan govendan gerandin.

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê jî, bi beşdarbûna bi hezaran şêniyên navçeyên Çil Axa û Til Koçer, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Newroz hate pîrozkirin.

Pîrozbahiya Newrozê bi vêxistina mişeleya Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve dest pê kir. Paşê ji aliyê Rêveberiya Xweser û Kongreya Star axaftin hatin kirin.

Piştre jî komên hunerê berhemên xwe pêşkêş kirin.

Pîrozbahî bi gerandina govendan û avêtina dirûşmeyan bi dawî bû.

(bb)

ANHA