Newroza Kobanê dest pê kir

Newroza Kobanê li ser girê Miştenûrê dest pê kir. 

Newroza Kobanê dest pê kir
Newroza Kobanê dest pê kir
Newroza Kobanê dest pê kir
21 adar, 2019   08:09

KOBANÊ

Bi deh hezaran pêkhateyên Kurd  û Ereb bi dirûşma "Bi rihê Newrozê em ê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin" berê xwe da cihê pîrozbahiya Newrozê ku li ser girê Miştenûr tê pîrozkirin û agirê Newrozê hat pêxistin.

Tê payîn ku hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid Mehbaş û bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê, bi navê jinên herêma Firatê û bi navê hêzên leşkerî axaftin werin kirin.

Her wiha dê dîlan û stranên gelêrî ji aliyê komên girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ve werin pêşkêşkirin.

(bx)

ANHA