QSD`ê dewreyeke fermandaran bi dawî kir

Akademiya Şehîd Loras a fermandarên QSD`ê dewreya xwe ya dehemîn ku ji 53 şervanan pêk dihat ya bi navê Dewreya Şehîd Seyah Til Aran bi dawî kir.

QSD`ê dewreyeke fermandaran bi dawî kir
19 adar, 2019   11:59

EYN ÎSA

Îro Akademiya Şehîd Lorans dewreya xwe ya dehemîn ku li gorî malpera fermî ya QSD`ê ji 53 şervanan pêk dihat, bi merasîmekê bi dawî kir. Merasîma derçûna şervanan bi beşdariya fermandarên QSD`ê hate lidarxistin.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê torenek leşkerî ji aliyê şervanên dewreyê ve hate lidarxistin.

Fermandarê QSD`ê Kanî Ahmed di merasîmê de axivî û wiha got: "Bidawîkirina dewreyê li şervanan pîroz dikim, her wiha hatina Newrozê li wan pîroz dikim."

Kanî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser ku şervanan bi vîn û rûmeteke mezin di dema perwerdeyê dida. Kanî Ehmed destnîşan kir ku divê şervan li gorî pîvanên exlaqî tev bigerin.

Dewreyê 2 mehan dewam kir û tê de şervanan waneyên siyasî, bîrdozî, leşkerî û şêweyên rêvebirinê standin. Merasîm bi sonda leşkerî û radestkirina nasnameyên leşkerî ji şervanan re bi dawî bû.

ANHA