Komeleya Tirkmenan Newroz pîroz kir

Bi nameyekê, Komeleya Tirkmenan a bajarê Minbicê û gundewarên wê Newroz li tevahî gel û pêkhateyên wê pîroz kir û diyar kir ku Newroz nîşaneya têkoşînê li dijî zilm û desthilatê ye.

Komeleya Tirkmenan Newroz pîroz kir
19 adar, 2019   12:21

MINBIC

Gelên Rojhilata Navîn her sal di 21’ê Adarê de cejna Newrozê anku "Roja Nû" li ser şopa Kawayê Hesinkar ku dawî li zilma Dehaq aniye, pîroz dikin.

Di vê derbarê de Komeleya Tirkmenan a li bajarê Minbicê û gundewarên wê nameyek pîrozbahiyê bi boneya Newrozê weşand û tê de tekez kir ku Newroz nîşaneya têkoşînê li dijî zilm û desthilatê ye.

Name wiha ye:

"Em tevahî gel û pêkhateyan bi boneya cejna Newrozê pîroz dikin.

Dê Newroz her tim bimîne sembola biharê, şadî, têkoşîn û nîşaneya berxwedanê li dijî zilm û desthilatê. Ji bo azadî, rizgarî û standina mafan dê efsaneya hemdem di dilê me de bimîne ku şoreşê li dijî zilm û desthilatê ava dike.”

(fr)

ANHA