YJA-Star: Newroza 2019’an dê bibe Newroza azadî û berxwedana jinan

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê diyar kir ku dê 'Newroza 2019'an bibe Newroza azadiyê û bang li hemû jinan kir ku li dora agirê roja têkoşîna nû kom bibin û govenda azadiyê bigirin.

YJA-Star: Newroza 2019’an dê bibe Newroza azadî û berxwedana jinan
19 adar, 2019   11:51

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ji bo Newrozê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya YJA Starê wiha ye:

''PKK ya ku li dijî pergalên koledar ên li ser gelên Rojhilata Navîn şer dike û bi berxwedanê nirxên azadiyê yên ku bi dest dixe, digihîne wateyên mezin, partiya Newrozê ye.  Em Newroza Rêbertiya xwe ku PKK ya ku dibe tov û li her xakê şîn tê, dibe stran û li her deverê tê strandin diyarî me kir, a gelê xwe ku giyanê Newrozê kir serhildan, ya hemû mirovahiyê ku ji bo jiyaneke azad û demokratîk tê dikoşin, pîroz dikin. Em şehîdên xwe yên mezin Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û Semayan ku heqîqeta jiyanê bi berxwedaneke mezin vegotin, bi hurmet û minet bi bîr tînin.

Gelên Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê ber bi newrozbûneke nû li ser xeta şehîdên leheng û berxwedêrên fedaî bi pêş ve diçin. Gelên Kurdistanê Newrozê ku bi pêşengiya rêber Apo tê maneya roja nû, ji têkoşîna ku Kawayê Hesinkar li dijî Dehaqê zalim daye, bi hezaran Kawa afirandin û dîrokiya wê heta îro anî û ev hilda asta modernîteya demokratîk. Tevgera Kawayê hemdem ku îro bi  şehîdên me yên leheng Mazlûm Dogan, PKK pêşengiya wê dike, rêça newrozbûnê di şexsê şehîdên me yên leheng Zekiye, Rahşan, Bêrîvan, Azê, Hêlîn, Gulnaz û Delalan em li hemû gelên xwe, li berxwedêrên çiya û zindanan, li berxwedêrên greva birçîbûnê ku bedena xwe hêdî hêdî dihelînin û diherîkinin ser agirê Newrozê û govenda azadiyê geş dikin, pîroz dikin.

Li hêlekê ku Dehaqê serdemê Kenan Evren, bi berxwedana bi pêşengiya Kawayê hemdem Mazlûm Dogan dihate hilweşandin, qîrîna berxwedanê ya ji bo azadiyê ya Mazlûm Dogan, piştî girtiyên li zindanan li çiyayan, bi pêşengiya lehengê nemir Mahsûm Korkmaz, bi çalakiya 15’ê Tebaxê, berxwedana zindanan gihandibû çiyan. Dehaq ê ku li zindanan hate parçekirin, li çiyayan jî ji hêla gerîlayên qehreman ve hatibû parçekirin û beriya her tiştî Dehaqên ku di hiş û jiyana gelê me de hatibûn kolan, bi vejîna PKK'ê re li bin guhê erdê xistin.

Giyanê PKK û PAJK'bûnê, îro li ku dera cîhanê tê hilmijandin, berxwedana jinan ku wê hilma genî ya Dehaqan bibire, bi Yekitiya Jinên Azad ên Starê, xeta parastinê û parastina hebûna xwe, azadiyê wê geş bibe. Dehaqên îro ku li ser rêber Apo tecrîda girankirî didomînin û li ser gelê me dixwazin faşîzmê bînin asteke din, maskeya faşîzma AKP-MHP'ê Erdogan dane ber rûyê xwe, bi berxwedana grevên birçîbûnê ya bi mebesta ku maskeyên faşîzmê werin çirandin  bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirî û bi dirûşma “Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin” berbiçav bûyî, em ê bi agirê Newrozê wan bişewitînin û tune bikin.

Em hêzên YJA Starê, em dîsa sond dixwin ku em ê giyanê berxwedana dîrokî ya Newrozê, bi rengê ku şertên serdema me hewce dike û bi feyza, hurmeta li şehîdên me yên leheng ên Newrozê, geştir bikin. Bi wesîleya Newroza 2019'an, bi gotina “Ne em ê mîna berê bijîn û ne jî wekî berê şer bikin” ku ya ku rêber Apo mîna destûrê daniye ber me, em dixwazin bi bîra dost û dijminan bixin ku parastina û şerê me wê bersivê bide serdemê. Em bang li jinên berxwedêr ên cîhanê dikin heta ku hemû Dehaqên li rûzemînê werin tinekirin, wê çeka wan me bişixule, bila tevlî nav rêxistiniya me û têkoşîna me bibin, têkoşînê geş bikin. Newroza 2019'an wê bibe Newroza azadiyê. Em bang li hemû jinan dikin ku li dora agirê roja têkoşîna nû bicivin û bikevin govenda azadiyê. ''