Şaredariya Şêxmeqsûdê dest bi sererastkirina rêyan kir

Da ku xwestekên şêniyan û bi taybet ên ajokaran bînin cih, Şaredariya Gel a vŞêxmeqsûdê dest bi sererastkirina rêyan kir.

Şaredariya Şêxmeqsûdê dest bi sererastkirina rêyan kir
Şaredariya Şêxmeqsûdê dest bi sererastkirina rêyan kir
Şaredariya Şêxmeqsûdê dest bi sererastkirina rêyan kir
19 adar, 2019   10:04

HELEB

Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê azara nebaşbûna kolanên taxê dikişîne. Di kortên heyî de av kom dibe û dibe herî ku hem ji şêniyan re û hem jî ji ajokaran re dibe sedema astengiyan.

Ajokarên taxê giliyên xwe rakirin Şaredariya Gel da ku rêyan sererast bikin û çereseriyekê jê re bibînin. Ji aliyê xwe ve jî şaredariyê gilî pejirandin û dest bi çêkirina rêyên ku zirar dîtine, kir.

Piştî lêkolînkirina şaredariyê li ser rewşa rê û kolanan ji duh ve dest bi sererastkirina rêyên sereke yên taxê kiriye. Karê sererastkirinê, destpêkê erda kolanê tê rastkirin û kortên heyî tên tijîkirin bi kevirê hûr û çîmentoyê tên tijîkirin. Di vê hemleyê de 10 karkerên Şaredariya Gel ji 8’ê sibehê heya êvarê dixebitin.

Endezyarê pîşeyî yê Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê Ehmed Berekat di vê derbarê de ji ajansa me ANHA’yê re wiha axivî: "Ew ji werza havînê ve nêz dibin, ji lew re dest bi sererastkirina rêyan kir. Destpêkê rêyên sereke li gorî pêdiviya wê ji kevir û çîmentoyê ji ber zîft tune ye, tên sererastkirin. Ev jî wek rewşa lezgîn ji gel û ajokaran re pêşkêş dikin."

Di dawiyê de Berekat diyar kir ku piştî bidawîkirina rêyên sereke dê dest bi sererastkirina rêyên şaxî jî bikin û wiha got: "Em ê hewl bidin bi gel re li gorî derfetan bibin alîkar."

Hêjayî gotinê ye ku piştî sererastkirina rêyan Şaredariya Gel a li taxê dê dest bi hemleya zanebûna parastina paqijiya taxê bi alîkariya şêniyan bike.

(fr)