Kurdên li Lubnanê xwepêşandanek li pêşiya Balyozxaneya Tirkiyê li dar xist

Bi sedan Kurdên li Lubnanê li pêşiya Balyozxaneya Tirkiyê ya li Beyrûtê xwepêşandanek li dar xist û xwestin dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê derkeve.

Kurdên li Lubnanê xwepêşandanek li pêşiya Balyozxaneya Tirkiyê li dar xist
Kurdên li Lubnanê xwepêşandanek li pêşiya Balyozxaneya Tirkiyê li dar xist
Kurdên li Lubnanê xwepêşandanek li pêşiya Balyozxaneya Tirkiyê li dar xist
Kurdên li Lubnanê xwepêşandanek li pêşiya Balyozxaneya Tirkiyê li dar xist
19 adar, 2019   10:00

BEYRÛT

18`ê Adarê salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ye. Der barê mijarê de pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê Kurd li her derê çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin û daxwaz kir ku dagirker ji Efrînê derkevin.

Li paytexta Lubnanê Beyrûtê, duh bi sedan Kurdan xwepêşandanek li pêşiya Balyozxaneya Tirkiyê ya li herêma El-Rabiyê li dar xist û wêneyên şehîdan hildan. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, çalakvanan daxuyaniyek da û ji aliyê endamê TEV-DEM`ê Xalid Xalid ve hate xwendin.

Çalakvanan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku xwepêşandana wan ji bo şermezarkirina dagirkirina Efrînê û sûcên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ye û destnîşan kir ku Efrîn cihê ewle ji bo koçberên ji şer direviyan bû.

Her wiha di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Wekî çawa xuya ye ji her kesî re ku dagirkirina Efrînê bi erêkirina navneteweyî û hevkariya gelek dewletên NATO’yê û dewleta mezin mîna Rûsya ku bi hinceta parastina Sûriyê û yekbûna xaka wê bike, destwerdana Sûriyê kir, pêk hat. Di heman demê de bi dewletên dagirker re hevkar e, li şûna ku wan red bike."

Di daxuyaniyê de wiha hate diyarkirin: "Dema ku hêzên me û gelê Kurd li Efrînê rastî dagirkeriya faşîst hatin, hêzên koalîsyonê stûyê xwe xwar kir, her wiha rejîma Sûriyê jî di parastina xaka Sûriyê de bê deng ma. Di vê rewşê de tu rê ji bilî ku gelê me yê Efrînê û hêzên parastinê nema tenê ku bi nirx û rûmeta xwe bigire û parastina wê bike û 58 rojan destanên lehengiyê pêk anîn."

Çalakvanan di daxuyaniyê de binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê şermezar kirin û wiha got: "Dagirkeriya Tirkiyê ya faşîst planên xwe ji kuştin, talankirin û guhertina demografîk li Efrînê pêk anîn, wekî rêya ku terora DAIŞ`ê li herêmên ku dagir dikir, pêk dianîn. Ji ber vê yekê em wek gelê Kurd tu cudahiyê di navbera DAIŞ û hikumeta Erdogan a faşîst de nabînin, dijminatiya dewleta Tirk bi Kurdan re diyar bû."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Li pêşiya vê rastiyê û rastiya biêş hîna keç û xortên Efrînê di berxwedana xwe de dewam in. Gelê Efrînê got em ê dilsozên xwîna şehîdên Efrînê bin û hemû şahîdan bin, em li benda vegera li Efrînê ne."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate diyarkirin: "Li vir li pêşiya Balyozxaneya Tirkiyê ya dagirker, em bang li aliyên peywendîdar û rêxistina Netweyên Yekbûyî û dewletên Ereb û rêxistinên mafên mirovan dikin ku zextê li dagirkeriya Tirkiyê bikin da ku Tirkiye  çeteyên xwe ji Efrînê û hemû xaka Sûriyê ji Ezaz, Cereblus û Babê derxe."

Paşê endamê Buroya Têkiliyan a TEV-DEM`ê Ebdilselam Ehmed axivî û dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê re û bêdengiya navneteweyî ji tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Xwepêşandan bi dirûşmên silavkirina berxwedana Efrînê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(jo)

ANHA