PAJK: Çalakiya Zulkuf Gezen bangeke mezin e

Koordînasyona PAJK`ê bi daxuyaniyekê diyar kir di rojên beriya Newrozê de çalakiya hevrê Zulkuf a wekî ya Mazlûm Dogan, meşaleya ronahiyê ye ku qet venamire.

PAJK: Çalakiya Zulkuf Gezen bangeke mezin e
19 adar, 2019   10:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona PAJK’ê der barê çalakiya Zulkuf Gezen de ku li Girtîgeha Tekîrdagê ya dewleta Tirk çalakiyeke fedaî pêk anî, îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“ Li zindanan bi hezaran girtiyên PKK û PAJK’ê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê didomînin. Vê çalakiya berxwedanê ya ku heval Leyla Guven daye destpêkirin, bi çalakiya heval Zulkuf Gezen bû bangeke mezin.

Di rojên beriya Newrozê de çalakiya hevrê Zulkuf a wekî ya Mazlûm Dogan, meşaleya ronahiyê ye, ya ku qet venamire. Çawa ku agirê li serê çiyayan hatibû vêxistin, bûbû mizgîna hilweşandina Dehaqê zalim, ronahiya ku hevrê Zulkuf li zindanan ava kir jî dê perdeya bêdengiyê biqetîne, dê mizgîna hilweşandina Erdogan bide.

Ev çalakiya hevrê Zulkuf qîrînek e ku diyar dike hebûna gelekî azadîxwaz tu carî nikare were înkarkirin. Ew ê giyanê azadiyê yê Kurdan di şexsê Mazlûm, Ronahî, Bêrîvan, Zekiye, Rahşan û Sema û Zulkufan de bidome. Heta tecrîda li ser rêber Apo were rakirin, ev berxwedan dê bidomin.

Hevrê Zulkuf Gezen ê ku beriya Newrozê alaya berxwedanê ji Mazlûm Dogan stand, dê neyê jibîrkirin. Em soza xwe careke din dubare dikin ku em ê vê banga ku bûye sembola berxwedanê, bi rojên serfiraziyê re tacîdar bikin.

Malbata wî di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurd re dixwazin. Em bang li hemû jin û ciwanan dikin ku xwedî li çalakiya hevrê Zulkuf derkevin û berxwedanê geştir bikin.”