`Heta Efrîn rizgar nebe em nikarin behsa aştiyê bikin`

Şêniyên bajarê Minbicê tekez kir ku heta Efrînê rizgar nekin behsa aştiyê nakin û bang li civaka navneteweyî kir ku bi berpirsyariya xwe rabe û gavên bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê biavêje û sûckaran li dadgehên navneteweyî wek sûckarên şer darizînin.

`Heta Efrîn rizgar nebe em nikarin behsa aştiyê bikin`
`Heta Efrîn rizgar nebe em nikarin behsa aştiyê bikin`
`Heta Efrîn rizgar nebe em nikarin behsa aştiyê bikin`
`Heta Efrîn rizgar nebe em nikarin behsa aştiyê bikin`
`Heta Efrîn rizgar nebe em nikarin behsa aştiyê bikin`
`Heta Efrîn rizgar nebe em nikarin behsa aştiyê bikin`
`Heta Efrîn rizgar nebe em nikarin behsa aştiyê bikin`
`Heta Efrîn rizgar nebe em nikarin behsa aştiyê bikin`
`Heta Efrîn rizgar nebe em nikarin behsa aştiyê bikin`
18 adar, 2019   13:09

MINBIC

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê û endamên di komîte û saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundên Wê li qada avahiya rêveberiyê li navenda bajêr kom bûn da ku çalakiyekê di salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve, li dar bixin.

Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundên Wê Adil Mihemed endamê dîwana Meclisa Zagonsaz destnîşan kir ku salek di ser dagirkirina bajarê Efrînê re derbas bû.

Adil Mihemed teqez kir ku gelê Efrînê tu xetere li derdora xwe çênekirin û bi hezaran koçberên ku ewlehiyê digeriyan hembêz kir, lê xayîn û dijminan destê xwe dirêj kir, şêniyên wê kuştin û darên aştiyê qut kirin."

Paşê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ibrahîm Ebo Omer axivî û destnîşan kir ku gelê Efrînê li dijî moşek û topên dagirkeriya Tirkiyê li ber xwe dan ku tê de bi hezaran sivîl û şervanan şehîd bûn û hezaran birîndar bûn. 

Ibrahîm Ebo Omer teqez kir ku heta ew Efrînê rizgar nekin ew ê behsa aştiyê nekin û bang li civaka navneteweyî kir ku li hember gelê Sûriyê bi erka xwe rabe û bi gavên bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê rabe û sûckaran rakin dozgeriya navneteweyî û wek sûckarên şer bi nav bikin.

Paşê bi navê Meclisa Jinan endama meclisê Nesrîn El-Elî axivî û êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser bajarê Efrînê û kiryarên ku pêk anîn, bi bîr xistin û wiha got: "Ev êrîş ji ber paşguhkirina civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî pêk hat, ev yek jî şerma mirovahiyê ye."

Di dawiya çalakiyê de bi navê Meclisa Ciwanên Minbicê û gundên wê endamê meclisê Ednan El-Hesen axivî û wiha got: "Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û kiryarên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê teşhîr bikin."

(jo)

ANHA