Rêveberiya Xweser 20 û 21’ê Adarê kir betlane

Bi boneya cejna Newrozê, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku rojên 20 û 21`ê Adarê, wek betlane diyar kirine.

Rêveberiya Xweser 20 û 21’ê Adarê kir betlane
18 adar, 2019   12:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarnameyek derxist û tê de cejna Newrozê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û ragihand ku rojên 20 û 21`ê Adarê (çarşem û pêncşem) ji bo hemû saziyên girêdayî Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê betlaneya ye, derveyî saziyên ku rewşa karên wan xebateke berdewam dixwaze.

ANHA