‘Zarokên Efrînê rizgar bikin’

Komeke xwendekar û rewşenbîran li pêş Konseya Mafên Mirovan a bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê da ku bêdengiya navneteweyî der barê kiryarên li Efrînê pêk tên de şermezar bikin, çalakiyek li dar xist.

‘Zarokên Efrînê rizgar bikin’
‘Zarokên Efrînê rizgar bikin’
‘Zarokên Efrînê rizgar bikin’
‘Zarokên Efrînê rizgar bikin’
‘Zarokên Efrînê rizgar bikin’
18 adar, 2019   11:44

QAMIŞLO

Roja 18’ê Adarê dikeve salvegera yekemîn a dagirkirina kantona Efrînê ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve, lê piştî bi dehan komkujî pêk anîn û mafên şêniyên Efrînê binpê kirin. Da ku binpêkirinên artêşa dagirkeriya Tirk wek guhartina demografyaya kantonê, çalakiyên kuştin, dizî, revandin, wêrankirin, koçberkirina bizorê û dagirkirina Efrînê Yekitiya Rewşenbîrên Rojava li pêş navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Qamişlo, protesto kir.

Endam, rêveberiyên Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê û xwendekarên Dibistana Mihemed Selîm Xelef a taxa El-Siyahî ji pêş Buroya Yekitiyê ber bi navenda NY’yê ve meşiyan.

Xwendekaran cilên kurdî li xwe kirin û di destên wan de çiqilên zeytûnan, wêneyên zarokên Efrînê yên ku bi balafirên dagirkeriya Tirk di dema êrîşkirina li ser bajarê Efrînê de şehîd bûbûn û li ser nivîsên "Efrîn nasnameya xwînê û ezmûna jiyanê ye" hatibûn nivîsandin û her wiha pankartên bi zimanên erebî, kurdî û îngilîzî hatibûn nivîsandin wekî "Na ji dagirkeriya Efrînê re", "Na ji bêdengiya navneteweyî re der barê sûcên Tirkiyê li Efrînê de ", " Zarokên Efrînê rizgar bikin" û "Efrînê xwîn dirêje û cîhan jî bêdeng e" hildabûn.

Beşdaran dirûşmên bi zimanên kurdî û îngilîzî yên şermezarkirina bêdengiya cîhanî der barê kiryarên dagirkeriya Tirk li Efrînê de berz kirin.

Dema ku beşdar gihîştin pêş Konseya Mafên Mirovan a li bajarê Qamişlo, çend deqeyan ji bo protestokirina binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên mafên gel û şêniyên Efrînê û bêdengiya navdewletî, sekinin û dirûşm berz kirin.

(fr)

ANHA