Meclisa Jinên Sûriyê: Rizgarkirina Efrînê dozeke cewherî ye

Meclisa Jinên Sûriyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku rizgarkirina Efrînê pêwîstiyeke hebûnê ye, bi azadiyê jinan ve girêdayî ye û ne tenê dirûşmên siyasî ye, lê belê dozeke cewherî ye.

Meclisa Jinên Sûriyê: Rizgarkirina Efrînê dozeke cewherî ye
18 adar, 2019   12:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinên Sûriyê bi wesîleya salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de teqez kir ku rizgarkirina Efrînê dozeke cewherî ye.

Daxuyanî wiha ye:

"Îro salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê ye. Dewleta Tirk a dagirker gefan dixwe ku ew ê dagirkirina xwe ji xaka Sûriyê re berfireh bike û komployan li djî xak û gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê pêk tîne. Hewl dide îradeya gelê berxwedêr têk bibe û demografyaya herêmê diguhere. Armanca wê jî ew e ku jiyanê li bajarê Sûriyê biperçiqîne.

Em weke jin ji destpêkê ve me şerê terorê kir, pirên baweriyê, projeya demokratîk ava kir. Me rastiya doza xwe teqez kir û bi hemû îrade û israr xwe, me parastina wê kir. Ji bo parastina wê me gelek berdêl dan û gelek êş û zehmetî dîtin. Em di salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê de teqez dikin ku em ê têkoşîn û berxwedana xwe heta rizgarkirin û serkeftinê berdewam bikin û heta ku em rizgarkirina Efrînê bi serkeftina me bixemile.

Serketina li dijî terorê li Dêrazorê nêz dibe û serkeftina li dijî terora li Efrînê jî tê.

Rizgarkirina Efrînê pêwîstiyeke hebûnê ji bo me jinan e. Bi me û azadiya me ve girêdayî ye û ne tenê dirûşm e. Dozeke cewherî ye ku derbasî fikr û zanebûna me dibe."

(bx)

ANHA