Rêveberiya Xweser banga piştgiriya Efrînê û teşhîrkirina kiryarên dagirkeran kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku kiryarên dewleta Tirk li Efrînê û giştî Sûriyê û herêmê, kiryarên ku di serdema Osmaniyan de dihatin kirin, tîne bîra mirov. Her wiha bang li raya giştî û hemû gelê Sûriyê yên li welêt û derveyî welêt kir ku piştgiriya doza Efrînê bikin û kiryarên dagirkeran teşhîr bikin.

Rêveberiya Xweser banga piştgiriya Efrînê û teşhîrkirina kiryarên dagirkeran kir
18 adar, 2019   08:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di salvegera dagirkirina Efrînê de ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve, der barê wê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Îro 18`ê Adarê ye ku salek di ser dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê re derbas dibe, dagirkeriya ku piştî berxwedana mezin ku 58 rojan dirêj kir û bi rastî Berxwedana Serdemê bû, gelê me û hêzên berxwedanê li Efrînê rastiya îradeya berxwedanê ku ji prensîbên şoreşa demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tîne, diyar kir, di Berxwedana Berdemê zêdetirî hezar û 700 şehîd û zêdetirî 3 hezar birîndar hatin dayîn. Di êrîşa li ser Efrînê de rastiya dewleta faşîst û girêdana hevpeymanên di navbera dewletên ku qaşo îstiqrarê li Sûriyê dixwazin, di serî de di navbera Rûsya û Tirkiyê der barê Efrînê de pêk hat, di êrîşê de hemû cureyên çekên NATO hatin bikaranîn, di wextekê ku cîhan li ber wê yekê bêdeng bû û hemû avahiyên bajêr, nexweşxane, dibistanê hatin rûxandin, wan di aliyê pêkanînê de çanda qirkirin û tunekirinê dane diyarkirin. Axaftina li ser çareserî û îstiqrara li Sûriyê bi hebûna van kiryarên ji aliyê Tirkiyê nabe taybet tiştê ku niha li Efrînê pêk tê û şaştiya herî mezin di rastiya Sûriyê de pêk tê, tiştê ku Tirkiyê û komên wê ji kuştin, revandin, koçkirin, guhertina demografîk û rûxandina tiştên dîrokî û bicihkirina siyastên xwe yên di serdema Osmaniyan de pêk dihatin e.

Gelê me yê berxwedêr li Efrînê bi rihekî mezin bersiva êrîşên Tirkiyê da, tevî ku dijmin hemû cureyên çekan û yên teknolojîk bi kar anîn, lê gel bi îrade û berxwedana xwe li hember dagirkeran li ber xwe bida. Berxwedana Efrînê rêya rast a ku keda ber bi guhertin û redkirina hemû şêwazên ku dewletên navendî pêk dianîn, diyar dike. Ew yek bi berxwedana mezin a Kobanê û hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û niha li cihê dawîn ê terorê li rojhilatê Dêrazorê, dibe yek.

Li gel derbasbûna salekê di ser dagirkirina Efrînê re ji aliyê dagirkeriya Tirk û hevkarên wê ve, em wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li saziyên navneteweyî, mafparêz û her dewletên ku dixwazin çareserî û îstiqrarê li Sûriyê pêk bînin, dikin ku helwesteke cidî û rast ji dagikeriya Tirkiyê ji Efrînê re bistînin, her wiha hemû sazî bi erka xwe ya mirovî li hember gelên me yên Efrînê ku ji warê xwe koçber bûn û niha di kampên Şehbayê de di şert û mercên zehmet de dijîn, rabe.

Em bang li raya giştî û gelên Sûriyê, bi hemû pêkhateyên wê û gelê Kurdistanê li hundir û derveyî welêt dikin ku piştgiriya doza Efrînê bikin û kiryarên dewleta Tirk teşhîr bikin. Kiryarên dewleta Tirk li hemû Sûriyê û herêmê, kiryarên ku di serdema Osmaniyan de dihatin kirin, tîne bîra mirov, di nav de gelê Ermen û Suryan li Tirkiyê di salên 1914-1923’an de pêk hatî, her wiha komkujiya Amed û qirkirina gelê êzidî li Şengalê di sala 2014`an de, kiryarên Efrînê van hemû komkujiyan dide jiyandin, dîroka dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê komkujiyên der heqê Kurdên li Helebçeyê de tîne bîra me.

Di dawiyê de em wek Rêveberiya Xweser tekez dikin ku derbasbûna salekê di ser dagirkirina Efrînê re tê wateya qirkirinê salek di ser hedefgirtina nasnameya Efrîniyan, salek di ser êrîşa li ser projeya demokratîk û qirkirina çand, dîrok û nasnameyê rizgarkirina Efrînê biryar e û tu car em li ser venagerin, em rihê berxwedanê yê gelê me li Efrînê û berxwedana di pêngava duyemîn de dewam dike, silav dikin. Em hemû şehîdên Efrînê û azadiyê bi bîr tînin.”

(jo)

ANHA