Kampa Ebû Xeşeb ruxmî derfetên kêm 5 hezar û 391 koçber hemêz dike

Piştî bilindbûna pêlên koçberiyê ji tevahiya herêmên Sûriyê bi taybet gundewarê rojhilatê Dêrazorê, hejmara niştecihên kampa Ebû Xeşeb bûye du qat.

Kampa Ebû Xeşeb ruxmî derfetên kêm 5 hezar û 391 koçber hemêz dike
Kampa Ebû Xeşeb ruxmî derfetên kêm 5 hezar û 391 koçber hemêz dike
Kampa Ebû Xeşeb ruxmî derfetên kêm 5 hezar û 391 koçber hemêz dike
Kampa Ebû Xeşeb ruxmî derfetên kêm 5 hezar û 391 koçber hemêz dike
Kampa Ebû Xeşeb ruxmî derfetên kêm 5 hezar û 391 koçber hemêz dike
Kampa Ebû Xeşeb ruxmî derfetên kêm 5 hezar û 391 koçber hemêz dike
18 adar, 2019   08:40

FADÎ FARÛQ / DÊRAZOR

Kampa Ebû Xeşeb di 13’ê Cotmeha 2017`an de ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hat vekirin.  Lê gorî serjimariya Rêveberiya Kampê di nav kampê de 600 malbat yanî 5 hezar û 391 kes hene. Li gel wê jî pêlên koçberiyê hîna berdewam in.

Rêveberiya kampê bi sponseriya Rêveberiya Sivîl a bajarê Dêrazorê rojane nan bi rêjeya hezar û 679 kg û 100 hezar lître ava vexwarinê li koçberan belav dike.

Di nav kampê de 3 nuqteyên tenduristiyê hatine vekirin. Nuqte ji saet 8:00`an heya 13.00’an vekirîne derman li koçberan belav dikin. Her wiha rewşên awarte ji nexweşxaneyên Hesekê re bê pere têne veguhestin. Tevî wê jî nuqteyên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd ên gerok rolek sereke di xizmeta koçberan de dilîzin.

Rêveberiya kampê pakêtên xwarinê her 25 rojan li her malbatekî belav dike. Ji her malbatekî re 4 isfênc, betanî, alavên mitbaxê, hasîr û çadir hatin pêşkêşkirin.

Girêdayî mijarê endamê rêveber ê kampa Ebû Xeşeb Ehmed El-Şêx destnîşan kir ku Rêveberiya Sivîl bi hemû derfetên xwe alîkariya kampê kir lê dîsa jî kamp bi hewcedariya alîkariyê ye. El-Şêx diyar kir ku di şevê de ji ber tunebûna nuqteyek tenduristiyê zehmetiyan dikşînin.

El-Şêx diyar kir ku gelek kêmasî di nav kampê de hene jê tunebûna cihek diyar ji bo sergoyê û wiha got: “Êdî pêwîste dermanê kurmikan di nav kampê de were reşandin û zemîna kampê bi kevir were sererastkirin.”

(şx)

ANHA