‘18`ê Adarê salvegerek karesat û bi êş e’

Şêniyên bajarokê Ebû Fira diyar kirin ku roja 18`ê Adarê salvegerek karesat û bi êş e û wiha gotin: “Dagirkeriyê bi hemû cureyên çewisandinê, guhdartina dîmografîk, koçberkirin, talankirin û diziya milkên şêniyan, Efrîn dagir kir.”

‘18`ê Adarê salvegerek karesat û bi êş e’
17 adar, 2019   14:34

QAMIŞLO

Roja 18`ê Adarê salvegerek bi êş a dagirkirina Efrînê ye. Di qada navnetewî de li hemberî vê yekê bêdengiyek heye.

Tê zanîn ku şêniyên Efrînê, YPG  û YPJ`ê 58 rojan li dijî tang, top û balafirên dewleta Tirk li ber xwe dan. 

 Îro bi armanca şermezarkirin û  redkirina dagirkeriya Tirkiyê şênî û endamên Meclisa bajarokê Ebû Fira ya girêdayî navçeya Tirbesipiyê ya kantona Qamişlo daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa bajarok,  Fernsa El-Hisên ve hat xwendin. 

Daxuyanî wiha ye;

"Par di van rojan de dagirkeriya Tirkiyê kantona Efrînê dagir kir. Dewleta Tirk û çeteyên wê bi hemû çekên giran êrîş birin ser Efrînê. Di encam de bi sedan kes hatin qetilkirin. Bi hezaran şênî neçar man ku ji warê xwe derbikevin. Di nava herêmên Sûriyê de, kantona Efrînê herêma herî bi ewle û aram bû. Efrînê pêşwaziya bi hezaran koçberên parêzgehên Sûriyê kir. Îro jî her kes dibîne ku Efrîn ji hemû bajaran zêdetir xerabe û wêran bûye".

Di dawiyê de şêniyên bajarokê Ebû Fera dijminatiya Tirkiyê ya ji bo gelê Efrînê şermezar kir û wiha gotin: “18’ê Adarê salvegerek karesate. Em ê heta rizgarkirina Efrînê piştgiriya QSD’ê bikin.”

ANHA