PYD: Divê em hêza xwe ji bo rizgarkirina Efrînê kom bikin

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku zarokên Efrînê berxwedana bêhempa li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin.

PYD: Divê em hêza xwe ji bo rizgarkirina Efrînê kom bikin
17 adar, 2019   12:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya PYD`ê têkildarî salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya PYD’ê wiha ye:

"20`ê Çileyê 2018`an dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî hovane û bi çekên NATO`yê û teknîka pêşketî êrîşî Efrîna aram kir. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û hindek kesên îxanetkar ji civaka Kurd di 18`ê Adara 2018`an de Efrîn dagir kir.

Dagirkirina Efrînê ji ber erêkirina navdewletî hat kirin. Endameke NATO`yê zagon û pîvanan binpê dike û çek û teknîka wê ji bo dagirkirina xaka dewleteke din bi kar tîne û hemû endamên wê jî bê deng in. Her wiha dewleteke mezin mîna Rûsyayê bi hinceta ku parastina serokatiya Sûriyê û xaka wê destwerdana Sûriyê kir û destek dide dewleta dagirker li şûna ku li dijî wê bisekine. Li şûna ku destekê bide wan, bû hevkarê kesên ku derbe ji pişt ve li wan xist. Rejîma Sûriyê jî parastina xaka xwe nake û li hember dagirkirinê bê deng e.

Piştî dagirkirinê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dest bi planên xwe ji kuştin, talankirin, guhertina demografîk a li dijî gelê Efrînê kir. Tu ferq û cudatî di navbera wê û çeteyên DAIŞ`ê de tune ye. Ji ber wê em wek gelê Kurd tu cudahiyê di navbera çeteyên DAIŞ`ê û mamosteyê wan ê rejîma Tirkiyê de nabînin. Ji ber ku hate teqezkirin ku dewleta Tirk a dagirker di dijminatiya xwe de ji DAIŞ`ê ne cuda ye. Ji ber ku dema çeteyên DAIŞ`ê di pêkanîna xwestekên wê de bi bin dikeve, ew bi xwe destwerdanê dike.

Gelê Efrînê berxwedana xwe li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomîne. Bi sed hezaran ji gelê me neçarî koçberiyê bûn û xwe di kampan de bi cih kir. Li hêviya vegera li warê xwe ne. Gelê Kurd li her çar parçeyan tevî hêzên alîgirên mafên mirovan û demokrasiyê di cîhanê de destekê didin gelê Efrînê û li hêviya roja rizgarkirinê ne.

Em wek Meclisa Giştî ya PYD`ê soz didin gelê xwe yê li Efrînê ku em ê heta dawiyê li pey soza şehîdên Efrînê û hemû şehîdên azadiyê  bin. Em bang li gelê xwe dikin û bi taybet gelê me yê li derveyî welat ku ji bo em dagirkeran û alîgirên wan têk bibin û Efrînê rizgar bikin, hemû tiştên ku ji wan were, bikin.

Divê em hêza xwe ji bo rizgarkirina Efrînê ku bûye birînek di laşê hemû kesên ji Sûriyê û Kurd de, kom bikin."

(bx)

ANHA