Rêveberiya Xweser: Biryarên ku em tê de beşdar nebin, em ne mecbûr in pêk bînin

Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku çi biryar der barê Sûriyê de werin dayîn ku Rêveberiya Xweser tê de beşdar nebe, ne mecbûr in pêk bînin. 

Rêveberiya Xweser: Biryarên ku em tê de beşdar nebin, em ne mecbûr in pêk bînin
17 adar, 2019   10:56

QAMIŞLO

Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de behsa nûnerê navneteweyî yê Sûriyê Geir Pedersen  kirin, her wiha girîngiya beşdarbûna Rêveberiya Xweser di civînên navdewletî de kir.

Daxuyanî ji aliyê berdevkê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kemal Akif ve li Buroya Têkiliyan a Qamişlo bi beşdarbûna bi dehan endam û rêveberên Rêveberiya Xweser hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Em pêngava ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyê (NY) ve hatiye destpêkirin, bi hemû detayên wê ku di nav de hewldanên dîplomatîk û siyasî yên nû ji aliyê nûnerê navneteweyî yê Sûriyê Geir Pedersen ve dişopînin. Pedersen ku hevdîtinan bi aliyên siyasî re li dar dixe û nîqaşa li ser avakirina komîteyên amadekirina destûrê dike, xuya ye ku xebatên di merheleyên pêş de ji bo dîtina projeyeke nû taybet bi Pedersen re bê kirin, ji bo nêrînên wê ji çareseriya li Sûriyê re.

Em di Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser de nêrîna Pedersen a der barê Rêveberiyê û QSD`ê de baş dinirxînin û dibînin ku ew nûnertiya rastiya heyî dike. Em hêvî dikin ku pêşketina vê nêrînê di aliyê pêkanînê de û dîtina îradeya siyasî ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de parçeyekî girîng ji bo çareserî û îstiqrara li Sûriyê ye. Lê di aliyê tevgera navneteweyî de xuya ye ku hin tişt cihê pirskirinê ne. Bi taybet ên girêdayî Rêveberiya Xweser û cihê wê di vê çarçoveyê de. Ji ber vê yekê em teqez dikin ku çi çalakiyên dûrxistina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û îradeya wan ku di Rêveberiya Xweser de nûnertiya wan dike, dê ne di xizmeta çareseriya Sûriyê de be û dê tu çareserî tune be. Eger li pişt siyasetên berê ku îradeya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dûr dixist, her wiha tabloya rast a cur bi cur li Sûriyê û qurbaniyên ku ev çend sal e gelê herêmê dide û taybet şerê bi terorê re, dê nîşan nede. Hejmara şehîdan gihaşt deh hezaran, eger ev lehengiya ku pêk hat nedin ber çavan û bi berpirsyarî nêz nebin, dê helwesteke neexlaqî be û çi encamên ji wan civînan bêyî beşdarbûna Rêveberiya Xweser bên derxistin, em ne mecbûr in pêk bînin. 

Wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wek pêkhateyên herêmê, baweriyê bi Sûriyeyeke nû ya demokratîk, pirreng ,nenavendî tînin û bi her awayî têkoşînê dikin da ku ew yek pêk were. Bi îradeya me ya siyasî û hêzên me yên leşkerî me dikaribû parastina herêmê bikira û bi saya lehengan û israra avakirina çareseriyeke demokratîk, herêmên me bûn herêmên herî ewle. Her wiha me pêşketineke li ser erdê pêk anî û me dikaribû civakeke pirreng ku tê de jiyana hevbeş û beşdarbûna di rêveberiyê de û biryar di navbera hemû pêkhateyên heyî li herêmên me ji Ereb, Kurd, Suryan, Aşûr, Ermen, Tirkmen û Çerkez re ava kir.

Paşguhkirina ku di merheleyên xebata navneteweyî de, di salên borî de û civînên dan û standinan û bêyî tu berhemên encaman dernexistin, di wextekê de ku hin aliyên herêmî û dûrxistina nûnerên herêmên me destwerdan kirin, nêrîna îradeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rêveberiyeke ku ji sedî 30 zêdetirî ji xaka Sûriyê ye û di wexteke keda ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêkanîna çareseriya demokratîk de, dê bê dudilî berhemên ji encamên girîng di dîroka aloziya Sûriyê de bigire, lê berovajî wê dê ne ji berjewendiya îstiqrara Sûriyê be."

(jo)

ANHA