Şandeyeke îranî serdana rejîma Sûriyê kir

Vê sibehê serokê giştî yê artêşa Îranê Mihemed Baqerî û şandeyeke leşkerî ji ber nakokiyên di navbera Rûsya û Îranê de, berê xwe da Sûriyê.

Şandeyeke îranî serdana rejîma Sûriyê kir
17 adar, 2019   10:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê çapemeniya Îranê ragihand ku serokê giştî yê artêşa Îranê Mihemed Baqerî tevî şandeyeke leşkerî berê xwe da Sûriyê.

Ajansa Fars a Îranê ragihand ku şandeyeke leşkerî bi serokatiya Baqerî berê xwe da paytexta Sûriyê Şamê da ku beşdarî civîna sêalî ya dijterorê bibe.

Civîna ku dê li dar bikeve, tê de serokê artêşa Îranê, serokê artêşa rejîma Sûriyê û serokê artêşa Iraqê hene.

Baqerî dê serdana şêwirmendên leşkerî yên Îranê yên li Sûriyê jî bike.

Di dosyaya Sûriyê de gelek nakokî hene. Her wiha hevrikiya di navbera Rûsya û Îranê de li Sûriyê êdî diyarker e. Îran ji ber nêzbûna Rûsyayê ya ji hevrikên xwe yên li herêmê re û li rexê jî hewldana derkirina hêzên Îranê ji Sûriyê, bi fikar e.

(fr)