YPJ’ê nasnameya şehîdekê eşkere kir

YPJ’ê diyar kir ku şervana wan Avrîn Amanos di dema perwerdeyê de, di encama qezayekê de şehîd bûye. YPJ’ê sersaxî ji malbata şehîd Avrîn Amanos û tevahiya malbatên şehîdan re xwest.

YPJ’ê nasnameya şehîdekê eşkere kir
17 adar, 2019   11:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê şehadeta şervaneke xwe ragihand. YPJ’ê eşkere kir ku şervana wan Avrîn Amanos 8’ê Adarê li Qamişlo di dema perwerdeyê de ji ber qezayekê şehîd ketiye. YPJ’ê ji malbata şehîd Avrîn Amanos û hemû malbatên şehîdan re sersaxî xwest.

YPJ’ê destnîşan kir ku di demeke dijwar re derbas dibin, şert û mercên heyî berpirsyariyeke giran  didin ser milê wan û berdêlên giran ji wan tên xwestin û wiha pê de çû: “Heval Avrîn di nav malbat û derdoreke welatparêz de mezin dibe. Hestên xwe yên şoreşgerî di temenekî biçûk de dipijin û di temenê xwe yê ciwan de dest bi lêgerîna jiyana azad dike. Wekî her keçeke Kurd û efrînî, xilasiya gelê xwe û azadiya xwe di nav xebatên şoreşê de dibîne û li ser wê bingehê cihê xwe di nav tevgera ciwanan de digire. Bi rihê ciwan, xwedî li şoreşê derdikeve. Di hemû qadên jiyanê de dibe xwedî ked û fedakariyên mezin.”

YPJ’ê di dawiya daxuyaniya xwe de şehîd Avrîn Amanos bi bîr anî û soza ya xwe ya şopandina rêya şehîdan nû kir.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

*****

Navsnav: Avrin Amanos

Nave u paşnav: Elayi Erneb

Nave dayıke: Çila Erneb

Nave bav: Mıhemed Erneb

Dîroka jidayikbûnê: 14`ê Çileyê 2000`an

Cih û dîroka tevlîbûnê: 09`ê Îlona 2018

Cih u diroka şehadetê: Qamişlo 8`ê Adara 2019`an

ANHA