2 leşkerên Îsraîlê ha tin kuştin

Di encama gulereşandina ji aliyê Filîstînê ve, 2 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin û 2 jî  bii giranî birîndar bûn.

2 leşkerên Îsraîlê ha tin kuştin
17 adar, 2019   09:34

XEZA

Artêşa Îsraîlê got ku li Defa Rojava, 2 komên leşkeran rastî gulereşandina kesekî filistinî hatin.

Artêşê diyar kir ku filistîniyek li nêzî dewriyeyekê bû û leşkerek kuşt û çeka wî desteser kir û reviya. Beriya ku guleyan bi çeka leşker li ser koma din a leşkeran de bireşîne.

Her wiha artêşê got bûyer heta vê kêliyê dewam dike û lêgerîn dewam dike.