Hêzên Hûsî başûrê Hudeydayê topbaran dikin

Hêzên Hûsî di çend saetên derbasbûyî de gund û herên ku gel di wan dijî yên midûriyetên Hîs û Tehîta yên başûrê bajarê Hudeyda bi topan û moşekên katyûşa topbaran û bombebaran kir.

Hêzên Hûsî başûrê Hudeydayê topbaran dikin
17 adar, 2019   09:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku di encma topbaranê de jinek hat kuştin û 6 sivîl, ji wan 2 zarok ên ji bajarê Hîs, birîndar bûn her wiha 3 mal li herêma Mexazî ya rojavê midûriyetê hatin rûxandin. Her wiha herêmên Cebeliye û gundê Qerîme yê midûriyeta Tehîta, hatin topbarankirin.

Çavkaniyên leşkerî ragihand ku hêzên Hûsî bi rêya tank û topan hebûna xwe li herêma Siwîq ku yek ji gundên midûriyeta Tehîta y girêdayî parêzgeha Hudeydayê ya Yemenê ye zêde dike.

(bx)