Rêxistina Sara bi daxuyaniyekê Komkujiya Helebçeyê şermezar kir

Bi boneya salvegera 31`emîn a Komkujiya Helebçeyê, Rêxistina Sara ya bajarê Kobanê daxuyaniyek da.

Rêxistina Sara bi daxuyaniyekê Komkujiya Helebçeyê şermezar kir
16 adar, 2019   14:07

KOBANÊ

Rêxistina Sara ya bajarê Kobanê daxuyaniyek li dijî şîdeta li ser jinan û salvegera 31`emîn a Komkujiya Helebçeyê da. Daxuyanî li muzexaneya bajarê Kobanê ji aliyê rêvebera Rêxistina Sara ya herêma Firatê Şirîn Mislim ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bi dehan jin û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongreya Ster, Sekna Jinên Rojava û endamên Rêxistina Sara amade bûn.

Daxuyanî wiha ye:  

“Her sal şîdeta li ser jinan tê şermezarkirin. Di aliyê fizîkî, psîkolojîk, manewî, şîdeta malbatî, civakî, aborî û zagonî de, bi her awayî şîdet li ser jinan tê meşandin. Her dem jin dibin qurbaniyên vê şîdetê. Giştî di cîhana me de şîdetek li ser jinan tê ferzkirin. Di van salên dawiyê de bi kareseteke mirovî re rû bi rû ne. Her çendî fikrê zilaman ê desthilatdar ê zalim bi pêş dikeve, bermahiyên wê yên şer gihîştine asta komkujiyan. Mîna ku 16 Adarê li bajarê Helepçeyê ku 5 hezar kes lê şehîd bûn. Di encama pêşketinên xeternak ên biêş ên ku di Rojhilata Navîn de bi taybet li Sûriyê de, ji Adara 2011’an ve bi derketina fikrên tarî yên DAIŞ’ê re zorî û şîdet zêdetir bûye. Jiyan bûye xefikeke li dora jin û civakê. Bi taybet li bajarê Efrînê di 16’ê Adarê de bi kuştîn, koçberî, tecawiz, mafên mirovan hatiye binpêkirin. Ev rastî ji hemû cîhanê re hatiye eşkerekirin.

Ji ber ku zorî û xirabiyê bi xwe re têne bi taybetî di mal û civakê de feqîrî, bêkarî, koçberî, kuştin, madeyên hişber û fihûş mîna xefikekê jinan girê didin. Ev dihêle ku jin di temenê biçûk de bizewicin û pirjinî bi pêş bikeve. Ji ber van sedeman li dijî şîdeta li ser jin û civakê di bin dirûşma “Jin jiyan e, jiyanê nekuje” de em bi hemleyek ji 16’ê Adarê heya 25 Mijdarê ya 2019’an bi armanca avakirina civakeke bê zor û şîdet û aştiyane, azadîxwaz bidin avakirin. Hemleya me dê li ser van bingehan be:

- Perwerdekirina jinan û bi taybet jinên ciwan.

- Bi pêşengiya jinan avakirina çanda demokratîk a cîvakî.

 -Guhertina zîhniyeta zilaman a desthilatdar li ser jin û civakê.

- Pîvanên azadiya jinan di nav civakê de pêşxistin.

-Zanabûna rast a tenduristiyê ji hemû jinan re avakirin û tundiya di qada tenduristiyê de jin li hember vê têkoşînê bikin. 

- Di nava malbatê de tekiliyên azad û wekhev avakirin.

 -Çanda aştiyê di nav erdnîgariya me de li şûna şer û şîdetê avakirin.

Em ê bi hemû karên civakê rabin, alîkariyê  ji hemû saziyên jinan re bikin û karên mîna mîhrîcan, semînerên li ser çand, qanûn, tenduristî, ekolojî, civakî, sportîf û perwerdekirina zarokan bi pêş bixin.”

 (hh/hh)

ANHA