‘Efrîn a efrîniyan e û em ê lê vegerin’

Hevjînên şehîdên Efrînê û Şehbayê daxuyaniyek bi boneya salvegera komkujiyên Helebçe û taxa Mehmûdiyê ya Efrînê weşand û tekez kir ku Efrîn a efrîniyan e û dê lê vegerin.

‘Efrîn a efrîniyan e û em ê lê vegerin’
‘Efrîn a efrîniyan e û em ê lê vegerin’
‘Efrîn a efrîniyan e û em ê lê vegerin’
‘Efrîn a efrîniyan e û em ê lê vegerin’
‘Efrîn a efrîniyan e û em ê lê vegerin’
‘Efrîn a efrîniyan e û em ê lê vegerin’
‘Efrîn a efrîniyan e û em ê lê vegerin’
16 adar, 2019   13:40

ŞEHBA

Îro Komkujiya Helebçeyê dikeve 31 saliya xwe. Her wiha di yekemîn salvegera komkujiya taxa Mehmûdiyê ya Efrînê de bi destê artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê, hevjînên şehîdan ên kantonên Şehba û Efrînê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya ku li Kampa Berxwedan hatiye dayîn de, bi dehan hevjînên şehîdan, nûnerên ji Rêveberiya Xweser, Kongreya Star beşdar bûn û wêneyên şehîdan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, çiqilên zeytûnan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Berxwedana hevjînên şehîdan garantiya rizgarkirina Efrînê ye”, “Na ji dagirkeriya Tirk re” û “Dagirkirina Tirkiyê ya Efrînê desthilatî û komkujî ye" hatibûn nivîsandin, bilind kirin.

Daxuyaniyê bi rêzgirtina ji bo pakrewanên Komkujiya Helebçeyê dest pê kir. Dûre daxuyanî bi zimanê kurdî ji hêla endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Şervîn Reşîd û bi zimanê erebî ji hêla hevserokê kantona Şehbayê Wefa Mistefa ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji berbanga mirovahiyê ve, li ser xaka Mezopotamyayê ya dergûşa şaristaniyê û tevî dijwartirîn jiyanê, di encama xwezaya guncaw de mirovan karî jiyan bidome. Lê bi derketina sîstemên hegemonîk û desthilat ve rastî koletî û fersendlêbirinê hat û li hemû deveran şer peyda kir. Tevahî gelan para xwe ji şer dît û bi taybet gelê Kurd rastî qirêjtirîn komkujî û kuştinê di hemû serdeman de hat. Wekî serdemên Şêx Seîd, Îhsan Paşa, Seyîd Riza, Şengal û Helebçeyê...

Îro salvegera 31’emîn a Komkujiya Helebçeyê ya dermirovî, derexlaq û derzagonên navdewletî ye ye. Komkujiya Helebçeyê ya ku bi serê gelê me yê li herêma Helebçe de hatiye, wijdana cîhanê hejand û zêdetirî 5 hezar sivîl ji jin, zarok û kalan jiyana xwe ji dest da. Dîroka li gorî desthilatdaran her tim xwe nû dike. Li pêş bêdengiya navdewletî dagirkeriya Tirk bi piştevaniya qaşo Artêşa Azad û bi rakirina gelek balafiran li ser asîmanê aştiyê (Efrînê) komkujî bi serê sivîlan de pêk anî. Her wiha li rex jî wêrankirina deverên dîrokî, hilweşandina goristanên şehîdan in û ev yek delîla zilm û hovîtiya Erdoganê Osmanî nîşan dide.

Da ku gel hê zêdetir rastî komkujiyan neyê, gel neçar ma ku berê xwe bide herêma Şehbayê û destana Berxwedana Serdemê heta vegerê bidomînin.

Bi navê hevjînên şehîdên her du kantonan Şehba û Efrînê, nameyekê ji tevahî rêxistinên mirovî û hiqûqnas û dewletên cîhanê re bi rê dikin da ku vê roja bedbîn lanet û şermezar bikin û bi israr û vîna xurt a xwe dispêre fikr û metoda felsefeya rêber Ocalan, sozdayîna şehîdên xwe û gelê me ku li Şehbayê li ber xwe dide, em ê dest bi dest berxwedaneke bêhempa li dijî siyasetên şovenîst nişan bidin. Her wiha em hêza xwe ji berxwedana çalakvanên  greva birçîbûnê ya bi serkêşiya Leyla Guven û hevrêyên wê digirin. Em ê ji bo azadiyê heta nefesa dawîn li ber xwe bidin, ji ber serkeftin para me ye, em xwediyên maf û vîna azad in û hemû herêm ji dest dijmin rizgar bikin."

Piştre hevjînên şehîdan kevokên aştiyê berdan asîman û tilîliyên silavkirina şehîdan û berxwedana jinan berz kirin. Di dawiya daxuyaniyê de hevjînên şehîdan 4 wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê li şêniyên kampên Serdem, Berxwedan, Efrîn û Vegerê belav kirin.

Daxuyanî bi silavkirina Berxwedana Serdemê û berxwedana jinên Efrînê bi dawî bû.

(fr)

ANHA