Rêxistina Sara pêngava "Jin jiyan e, jiyanê nekujin" ragihand

Rêxistina Sara ya Na ji Tundiya li dijî Jinan re, pêngava bi nave "Jin jiyan e, jiyanê nekujin" ragihand da ku asta hişmendiyê li cem jinan bi pêş bixe û rola jinan di avakirina civaka demokratîk de xurt bike. Dê pêngav 9 mehan dewam bike.

Rêxistina Sara pêngava "Jin jiyan e, jiyanê nekujin" ragihand
16 adar, 2019   13:23

QAMIŞLO

Îro bi dehan ji endamên Rêxistina Sara ya Na ji Tundiya li dijî Jinan re, endamên Kongreya Star û jinên rêxistinên civaka sivîl li cihê teqîna Qamişlo ya li taxa Xerbî, ji bo pêngava bi slogan "Jin jiyan e, jiyanê nekujin" ragihînin, kom bûn.

Beşdaran wêneyên şehîdên Komkujiya Helebçeyê ya di 16`ê Adara sala 1988`an de, wêneyên komkujiyên dagirkirina Efrînî, dema ku di 20`ê meha Çileyê ya sala 2018`an de, êrîş birin ser wan, her wiha wêneyên koçberên ku bi darê zorê ji Efrînê derketine, hilgirtin. Di wêneyên de êşa ku dagirkeran bi serê efrîniyan de aniye, dixuye.

Daxuyanî ji aliyê 2 endamên Rêxistina Sara ve, Menal Mûsa bi zimanê erebî û Muna Ebdulselam bi zimanê kurdî hat xwendin.

Rêxistinê di daxuyaniyê de ragihand ku diyardeya tundiyê kînê bi pêş dixe û bandorên mezin li ser malbat û civakê çêdike, ji encama vê yekê xizanî, koçberkirin, kuştin, wêraniya malbatê, kirêtî, rûdana bûyeran, bendkirina jinan bi daban, zewaca jinan di temenekî piçûk de û pirbûna zewaca ji jinan re, hemû ji ber sedama zêdebûna tundiyê ne.

Rêxistinê destnîşan kir ku di nava van hemû talankirinên metirsîdar de heke ne xwedî asteke bilind a hişmendiyê bin, ji bo ku li dijî van talankirinan rawestin, dê metirsiyek der heqê civakê de derkeve.

Rêxistinê di daxuyaniyê de wiha ragihand: "Em îro pêngava "Na ji tundiya li ser jin û civakê re" bi slogan "Jin jiyan e, jiyanê nekujin" ji 16`ê Adarê heta 25`ê Mijdarê, bi armanca gihandina civakeke bêtundî radigihînin."

Her wiha rêxistinê armancên pêngava tunekirina diyardeya tundiya li ser jinan jî kişf kir, ev jî bi rêya pêşxistina asta hişmendiyê ji jinan re û nifşên ciwan ên civakê, xurtkirina rola jinan di avakirina civaka demokratîk de, guhartina hişmendiya baviksalar a ku dendika sereke ji derxistina tundiya li ser jinan e, xurtkirina naskirina mafnasî û rêgezên azadiyê li cem jinan da ku kêmasiyên di zagonan de û di dabên civakî de heyî dagirin, belavkirina hişyariya di milê tenduristiyê de, xurtkirina çanda tendurist ji jinan re, belavkirina geşedanên têkiliyên civakî da ku hevgirtinek di malbatê de ava bibe û xebata belavkirina çanda aştiyê bikin. 

Di dawiyê de endama Rêxistina Sara Sozan Hisên diyar ku Rêxistina Sara ji bo pêngavê hevkarî bi hemû rêxistinên jinan re, yên li herêmê re kiriye, her wiha diyar kir ku pêngav, ji ber rûdana gelek rewşên tundiya li ser jinan, hatiye ragihandin.

ANHA