Jinên Efrîn û Şehbayê: Daxwazên Leylayê daxwazên me ne

Jinên kantonên Efrîn û Şehbayê piştgiriya xwe bi berxwedana têkoşer Leyla Guven re nîşan dan û wiha gotin: “Heya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em ê şopdarên rêya Leyla Guven bin. Daxwazên Leylayê daxwazên me ne.”

Jinên Efrîn û Şehbayê: Daxwazên Leylayê daxwazên me ne
16 adar, 2019   08:02

ARŞÎN NECAR/ŞEHBA

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP`ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ev zêdetirî 3 mehan e ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Çalakiya têkoşer Leyla li tevahiya cîhanê deng veda. Girêdayî mijarê jinên kantonên Efrîn û Şehbayê piştgiriya xwe ji berxwedana Leylayê rave kirin.

Selwa Elî ji şêniyên kantona Efrînê ye, girêdayî greva birçîbûnê ya Leyla Guven got: "Daxwazên Leyla Guven daxwazên tevahiya jinan e. Ji bo wê divê çalakiyên piştgiriya berxwedana wê werin firehkirin."

Selwa bi rêya ajansa me peyamek da tevahiya jinên cîhanê û got: "Bi saya firk û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jin azad in, ji ber wê divê jinên cîhanê li hember tecrîdê û siyaseta Tirkiyê rabin ser pêyan."

Jina ciwan bi navê Emenî Abdullah ku ji pêkhateya Ereb a kantona Şehbayê ye got: "Leyal Guvan bi berxwedana xwe û sekinandina li hember tevahiya astengiyan ji cîhanê re vîna jina azad isbat kir. Wek jinên kantona Şhebayê em piştgiriya berxwedana Leylayê dikin û em dibêjin daxwazên wê daxwazên me ne."

Emenî destnîşan kir ku armancên dewletên komploger di serî de Tirkiyê ji tecrîdê, têkbirina şoreşa herêma ku bi şoreşa jinê tê naskirin e. Emenî tekez kir ku bi hevgirtina jinan û kombûna wan li dora Leyla Guven dê ew komplo werin pûçkirin û Ocalan azad bibe.

Girêdayî heman mijarê jina bi navê Meryem Hemûd a ji Efrînê tekez kir ku berxwedana Leyla Guven deng vedaye û jin hêza xwe ji wê berxwedanê digirin. Meryem destnîşan kir ku mîna Leylayê çawa dest ji greva xwe bernade, ew ê asta têkoşîn û berxwedanê li hember timayên dewletên kompolger mezin bikin.

(şx)

ANHA